Konvoya alîkariyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî ku hikûmeta Şamê deriyên sînor vekir, gîhîşte Helebê.

Hate ragihandin ku konvoya alîkariyê ku ji sotemenî, amûrên tibî, pêdiviyên jiyanî û konan pêk tê, 100 wesayît in. Ji ber hikûmeta Şamê destûr neda, piştî 10 rojan ev alîkarî digîhê herêmên ji erdhejê zirar dîtine. Konvoya alîkariyê ya tibî û mirovî ya Heyva Sor a Kurd jî, li deriyê sînor ê Tahiye hatine rawestandin. Heta niha hikûmeta Şamê, ti bersiv nedaye Heyva Sor a Kurd.

 

Alîkariya Rêveberiya Xweser li Helebê ye

Li gorî agahiyên li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser, konvoya ku ji deriyê sînor ê Tahiye derbas bûye, alîkarî gihande herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de. Hevserokê Îdareya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser û Endamê Maseya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El Xelef, daxuyaniyek da û destnîşan kir ku konvoya alîkariya mirovî ya şandine ji bo erdhejzedeyan, gîhîştiye herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê yên li Helebê. Konvoya ku ji dehan wesayîtan pêk tê yên ji Kobanê û Minbic ku ev dever jî ji erdhejê bandor bibûn, herwiha ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Dêra Zor û Reqayê ji bo erdhejzedeyan hatibûn amadekirin, li ser sînorên di navbera Rêveberiya Xweser û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de tên rawestandin. Li deriyê Um Cilûd a di navbera Minbicê û Cerablûsa di bin dagirkeriyê de ye, li benda destûra derbasbûnê bûn. Lê ji ber destûr nehat dayîn, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve şûnde hatin kişandin. 

 

120 hezar kes li benda alîkariyê ne

Kantona Şehbayê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û meclîsên taan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, biryarnameyeke weşandin û pêdiviyên xwe eşkere kirin.

 

Şêx Meqsûd û Eşrefiyê

Li taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji sala 2012’an ve di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne û piraniya şêniyên wan Kurd in, ji 120 hezarî zêdetir mirov jiyan dikin. Ji ber di salên 1970’an de ji aliyê karkerên koçber ên Kurdan, bêyî destûra hikûmeta Şamê hatin avakirin, ti carî alîkariya hikûmetê nehat dayîn. Piştî ku di sala 2016’an de Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, nifûsa li van taxan gelekî zêde bû. Di daxuyaniya konseyên taxan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hate diyar kirin ku di erdhejê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji 100’î zêdetir birîndar hene. Destpêkê pêdiviya erdhejzedeyan bi alîkariya debarê, tibî û psîkolojîk heye. Di herdu taxên ku di şerê Helebê de zirar dîtibû, bi erdhejokan gelek mal hilweşiyan. Beriya erdhejê jî avahiyek hilweşiyabû û di encamê de 16 kesan jiyana xwe jidest dabû. 

Piştî erdhejê bi pêşengiya meclîsên taxan, 60 hezar kesan avahiyên pirqat terikandin û derbasî avahiyên yekqatî bûn. 10 hezar kesên din jî li konan û avahiyên demkî hatin bicîh kirin. 3 hezar malbat derbasî kampên li Şehbayê bûn. Meclîsê her wiha ragihand pêdiviya wan bi koliyên xwarinê yên ji bo 50 hezar kesî, 25 hezar canteyên tenduristiyê, 50 hezar betanî û ji bo ekîbên parastina sivîl 30 kesan heye. 

 

Kantona Şehbayê

Li vê herêma ku piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, di sala 2016’an de careke din hate avakirin, nêzî 80 hezar Kurdên ji Efrînê dijîn. Rayedarê Ofîsa Pîlansaziyê ya Şehba ya Rêveberiya Xweser Mistefa Reşîd, Ji North Pressê re got, 340 avahiyan zirar dîtine. Ji 40 avahiyan zêdetir, êdî bi kêr nayên. Ji ber li Şehbayê avahiyên mezin û niştecihiya bajarî nîne, ti qurbanî nehatine dayîn. Rayedar got, piranî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 3.500 malbatên ji Helebê hatine herêmê. Erdhejzedeyên ku rêveberiya herêmê li konan bicîh kirine, rojên destpêkê li qadên vekirî û wesayîtan de derbas kirin.Reşîd derbarê pêdiviyan de jî got;’’Erdhejzede rû bi rûyê şertên zehmet ên zivistanê ne. Pêdiviya wan bi betaniyan û amûrên din ên zivistanê hene.’’

NAVENDA NÛÇEYAN