• Titi Zaro, albûma xwe ya nû diyarî şervanên jin ên Kurd dikin.

Koma muzîkê ya ji du jinan, a bi navê Titi Zaro, albûma xwe ya nû ya bi navê “L’Hymne des Louves (Sirûda Gurên Mê)” diyarî şervanên jin ên Kurd dikin. Titi Zaro albûma ji bo danasîna albûmê pêr weşand. Di strana bi navê albûmê de, hem rîtmên Kurdî û hem jî hevoka “Hevalo kî tê ji we re” jî hatiye bicihkirin.

Damezrênerên komê Coline Linder - nivîskar û bestekar- û Oriane Lacaille - stranbêj, li amûrên perkusyonê û key boardê dixe - in. 
Ew dibêjin bi L’Hymne des Louves, wan xwestiye bi qedrê angajman û têkoşîna jina Kurd zanibin. Li aliyekî behsa şerê jinên Kurd ê lehengî yê li dijî DAIŞ´ê li aliyê din jî şerê wan li Bakurê Kurdistanê li dijî dîktatoriyên dewleta Tirk bi bîr dixin: “Ev albûm diyarî wan jinan e ku wêrekiya wan, ked û xwêdanan wan û kenê wan bedewiya vê dinyayê parast.”

Ji bo ku hêza xwe zêde bikin, her du hunermendan daxwaz kir ji Alexis HK, Vincent Segal, Nadia û Yamina Nid El Mourid (Lo’jo), Freddy Boisliveau (Monofocus), koma Vibrato (La Fausse Compagnie), Yves-Henri Guillonnet, Antony Gatta, Julien Eil, Antoine David û Elisabeth Herault da ku muzîk û têkoşîna xwe hevpar bikin. 

Albûma Titi Zaro L’Hymne des Louves ji NoMad Musicê derket. 

PARÎS