Alaya YPG´ê dîsa bi ser ket

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 6 Kanûn 2020 - 21:07

  • Dadgeha Sulhê ya bajarê Elmanyayê Duisburgê got, "Nîşandana alaya YPG´ê ne sûc e."

Dadgeha Sulhê ya bajarê Elmanyayê Duisburgê miracaeta dozgeriyê ya ji bo vekirina dozê li dijî kesekî alaya YPG´ê hildayî red kir. Dadgehê li ser daxwaza dozgeriyê ya vekirina dozê got, "Nîşandana alaya YPG´ê ne sûc e."

Derket holê ku Dadgeha Sulhê ya Dusiburgê miracaeta dozgeriyê ya ji bo derxistina "fermana sûc" (ji bo lêpirsîn bikeve qonaxeke nû), 13´ê Mijdara bihurî red kiriye. 
Dozgeriyê xwepêşandêrek tohmetbar dikir bi wê yekê ku 9´ê Cotmeha 2019´an li Duisburgê alaya YPG´ê "bi deqîqeyan" hejandibe û "2 caran li pey hev" li cem kesên din ên alaya YPG´ê destê wan de dirûşma "PKK" gotibe. Dozgeriyê wisa têkiliya alaya YPG´ê û PKK´ê bi hev re daniye.

Sedema xwepêşandana ku dozgeriyê xwestiye dozê veke jî, protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê ye.

Parêzerê kesa doz lê hatiye vekirin, Yener Sozen di rûniştina li ser biryara dozvekirinê de got, nîşandana alayên YPG´ê jî û gotina dirûşmeyên PKK´ê jî ne qedexe ye li gorî qanûna komeleyan. Heyeta dadgehê jî pê re hemfikir bû ku tohmetên dixin stûyê xwepêşandêrê ne sûc in. 

Îdîaya dozgeriyê ya ku digot, PKK ya li Elmanyayê qedexekirî jî xwedî li alaya YPG*ê derdikeve, li dadgehê hat redkirin. 

Navê PKK´ê bi serê xwe ne sûc e

Li ser meseleya ka gelo weke dirûşme gotina navê PKK bi serê xwe sûc e yan na, Zur Frage, heyeta dadgehê got, naxêr. bi ya dadgehê navê rêxistinê bi tena serê xwe nikare weke nîşana rêxistinê bê nirxandin.

DUISBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.