Ala şoreşê bigirin dest û hişyar bin
În 23 Çile 2026 - 03:23

Her ku diçe asta nerazîbûnê ya li Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrişên dagirkeriyê ya çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriye û dewleta Tirk ya dagirker zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de mamosteyên olî yên navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Helebceyê ji Rojnewsê re axivîn. Mamosteyê olî Cemîl Osman destnîşan kir ku ya niha li Rojavayê Kurdistanê tê kirin, tinekirina nasname û dîroka gelekê ye û got:“Ev şerê dijî nasname û rûmeta gelê Kurde. Her gelek nasnameya xwe nema tine dibe. Wê tim di bin dagirkeriyê de bijî. Em Kurd li Sûriye ne mêhvanin. Ew dewleta ku ew pê serbilindin, ew mêhvan in. Em xwedî dîrok in ew nizanin. Bizanin jî ji nedîtî ve tên. Ji bo wê ya niha li Rojava diqewime ne tenê li dijî Kurdên li wê parçeyê dijîne; li dijî hemû Kurdane. Eger ev hişmendiya şovenîst ya Ereb û Tirkiye li Rojava bi ser bikeve, belavî Başûr jî dibe. Hêvî dikim ku Kurd li hemû beşan bi ser bikeve.”
Mamosteyê olî Emîn Mihemed jî daxwaz kir ku êdî bila dawî li vî şerî û kuştinê bê anîn û got:“Tu gelek nikare bi navê baweriyê bê çewisandin. Tirk, Ereb û Faris xwe Misilman dibînin, lê bi navê baweriyê gelê Kurd tine dike. Ala vê şoreşê bixin destê xwe, gelê xwe şiyar bikin. Bêjin kes ji Kurdan Misilmantir nîne, nabe bi vî rengî bên qetilkirin. Divê em yekgirtî û piştevaniya hev bikin.”
ROJNEWS/SEYÎDSADIQ















