Aktîvîstên çepgir ên ser bi Çepa Destwerdêr (IL) a Berlînê, li paytexta Elmanyayê, ji bo piştgiriya bi raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê re, devê deriyê sefareta Îranê bloke kirin. Gelek kom û kolektîfên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji destpêka raperînê ve doza girtina seferata Îranê ya li Berlînê dikin. Aktîvîstan bi vê çalakiya xwe esas ev daxwaza van kom û kolektîfan bi cih anî. Wan piştgirya xwe ya bi şoreşê re bi pankarta mezin a li ser “Jin jiyan azad” nivîsandî, nîşan da û bi bi destên di rengê sorê dakirî jî xwînxwarî û zilma rejîma Îranê rûreş kir.

BERLÎN