Aksûngûrek weşiya

Çarşem 11 Kanûn 2024 - 02:45

Şervanên QSD'ê li Dirbêsiyê SÎHA'yek bi tîpa Aksûngûr anîn xwarê. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Dirbêsiyê balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) ya bi tîpa Aksûngûr anîn xwarê. Li aliyê din çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji şevê din heya vê kêliyê bi dehan caran êriş li dijî bendava Tişrînê ya li Kobanê pêk anîn. Şervanên QSDˈê bersiva êrişan didin û şerekî giran rû dide.  Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û hejmarek maşîneyên wan hatin rûxandin û gelek êrişên çeteyan hatin şikandin.

Çeteyên DAIŞ’ê xistine tevgerê

Herwiha kanaleke Tirkiyeyê dema ku zindî weşan dikir dîmenên çeteyên DAIŞˋê ku bendeke kontrolê li bajarê Minbicê danîbûn, eşkera kir. Dema ku kaneleke Tirk weşana zindî vekiribû, di dîmenan de diyar dibe ku çeteyan li kolaneke derdora Minbicê benda kontrolê danîne. Li ser milê çeteyekî al û sembola çeteyên DAIŞˋê diyar dibe. Kanalê bi zimanê tirkî di taytilê de nivîsîbû ku komeke kanala Haber Turk ji sînorê Minbicê ve dişopîne ku Artêşa Nîştimanî ya Sûrî êrişên xwe dewam dikin.

Ev dîmen aşkera dikin ku dewleta Tirk di piştgiriya çeteyên DAIŞˋê de dewam dike û ji nû ve li ser xaka Sûriyeyê destekê dide wan.

Ji QSD’ê derbên giran

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Girê Berkel ê li başûrê Kobanê topbaran û bombebaran dikin. Li derdora Pira Qereqozaqê jî şerekî giran di navbera çeteyan û şervanên QSDˈê de rû dide. Li derdora Pira Qereqozaqê şerekî giran di navbera şervanên QSD û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de rû dide. Li gorî agahiyên destpêkê, bi dehan kuştiyên çeteyan hene. Artêşa Tirk a dagirker 15 caran bi balafirên bê mirov ên bi çek derdora pirê bombebaran kir. Girê Berkel ê li başûrê Kobanê jî bi obîsan hat topbarankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.