AKP li Gola Wanê rantê dike

Şemî 4 Sibat 2023 - 04:01

Gola Wanê ku gola herî mezin a cîhanê ya bi ava soda ye, bi bedewiya xwe ya xwezayî her kesî dike heyranê xwe. Li hewzeya Gola Wanê ku hewzeyeke girtî ye nêzî 2 milyon mirov hene. Piştî ku şaredariyên Erdîş, Mûradiye, Tûşba û Artemêtan ên HDP’yî bi rêya qeyûman hatin desteserkirin, peravên van navçeyan li gel hatin qedexekirin. Ji bo AKP'iyan û saziyê dewletê kirin qada rantê.

Qeyûmê li Erdîşê li perava bajêr a bi 10 kîlometreyî gelek kargeh çêkir û da AKP’yiyan. Qeyûm her wiha gelek deverên perava bajêr dagirt. Li van qadên dagirtî jî gelek kargehên mîna cafe û restorant çêkir û radestî alîgirên xwe kir. Qeyûmê li Artemêtanê jî destpêkê bi dehan kargehên gel ên li peravê xera kir. Avahiyên nû çêkirin û dan alîgirên xwe.

Li navçeya Bêgirê jî, li gel bedewiya xwezayî ya peravên Gola Wanê, her wiha girikên beriya 10 hezar salan û gundê Ernîsê ku warê nivîskar Yaşar Kemal e, di hedefa AKP'ê de ne. Peravê Ernîsê û derdora wê ji bo çand û dîroka Kurdan lê bê tinekirin, qeyûm û qeymeqan bi îdîya "ya Tirkan e" di bin navê "Atayûrt" de konên Tirkan çêkirin.

 

Qeyum ji bo rantê xelkê dixapîne

AKP û alîgirên wê ku bajarê Wanê û peravên wê ji xwe re kirine navenda rantê, ji bo vê qada rantê mezintir bikin, biryara 'Qada Parastin û Bikaranîna Bi kontrol a Qada Sîtê ya Xwezayî' têkildarî Gola Wanê amade kirin. Bi vê biryarê re li dora Gola Wanê avahî wê bêne çêkirin. Bi biryarê re derdora Gola Wanê li gel hate qedexekirin, lê li AKP'ê û alîgirên wê serbest e. 

Şaredairya qeyûn dagirkirî jî bi navê qaşo paqijiyê, deverên jîngeha bi hezaran zindiyan tine dike. 

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.