AKP baronên şer provoke dike
Şemî 22 Sibat 2025 - 03:45
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kuştina rojnamevanan, binçavkirin û girtina li Bakur nîşan didin ku AKP naxwaze şer bisekine.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haberê axivî. Nirxandinên endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi vî rengî ye:"Têkoşîn û çalakiyên şermezakirina salvegera 26’emîn xurt bûn. Taybetmendiyên îsal mîna sala 99’an bûn. Kolan û qad ji hêla sedhezaran kesan ve tijî bûn. Daxwaz zelal bûn. Daxwazên bila pergala tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ji holê bê rakirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe û şertên ku Rêber Apo azad kar bike derketin pêş. Bi vî awayî bersiv dane banga tevgera me. Bi taybetî çalakiya li Strasbourgê û li gelek deverên Ewropayê pêk hatin, mezin bûn û watedar bûn. Dîsa çalakiyên li Rojava ji Helebê heta Kobanê, Reqa, Dêrikê, Qamişlo û hemû bajaran ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwestin û bi coş, kelecan û girseyî pêk hatin. Ez van çalakvanan silav dikim. Bi taybetî çalakvanên beşdarî çalakiya li Strasbourg û Mexmûrê pîroz dikim. Ev têkoşîn di sala 27’an de wê hîn xurtir bibe, berfireh bibe û kûrtir bibe. Divê teqez em şertên Rêber Apo yên azad bijî û kar bike pêk bînin. Armanca me ya sala 27’an a li hemberî Komploya Navneteweyî ev e. Di sala 27’an de em têkoşîneke bi bandor û berfireh bimeşînin em ê teqez bi ser kevin.
Derengmayîn ne ji ber me ye
Bi rastî hin alî şênber axivîn û vekirî gotin ku wê daxuyanî di 15’ê Sibatê de bê dayîn. Ev yek di nava raya giştî de belav bû. Li ser vê mijarê daxuyaniya hevalê Cûma û hevala Hêlîn çêbûn. Ji pêvajoya beriya niha bi rastî jî agahiya me jê nebû. Jixwe me gotibû agahiya me jê tineye. Lê belê di demên dawî de bi hevdîtinên bi Rêber Apo re em agahdar bûn. Rêber Apo name şandiye. Tişta ku agahiya me jê çûbê ew e ku Rêber Apo li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd, li ser bingeha azadiyê demokratîkkirina Tirkiyeyê û di siyasetê de guhertin û veguhertina dewleta Tirkiyeyê û civakê pir zelal e û bi biryar e. Em her tim dibêjin heta niha em li gorî biryarên Rêber Apo tevgeriyan û teqez wê ji niha pê ve jî helwesta wiha be. Ez dikarim vê bibêjim, hin aliyên dijber hene û dixwazin asteng bikin. Ew çi dikin bila bikin û ji kerba biteqin jî wê azadiya Kurdan mîsoger bibe û Tirkiye demokratîk bibe.
Ti kes ne berdevkê Rêber APO ye
Ger Rêber Apo daxuyanî bida wê rewş hinekî zelal bibûya. JI ber ku ev nebû her kes diaxive û şîrove dike. Êdî hatiye asta ku rastî û şaştî ketine nava hev. Heta hin kes teqez diaxivin, ev ne rast e. Heta tê dîtin ku li ser navê Rêber Apo diaxivin. Tişta dixwazim bibêjim, divê her kes baldar be. Ti kes ne berdevkê Rêber Apo ye, nikare li ser navê Rêber Apo biaxive. Divê pêvajoyê rast bi rê ve bibin û raya giştî rast agahdar bikin. Divê pêvajoyê rast fêm bikin. Ez çawa bibêjim, weke ku bi daxuyaniyekê her tişt çareser bibe, aştî û demokrasî pêk bên, xîzanî bi dawî bibe, wê her kes rehet bijîn û her tişt bibe gul û gulistan nêzîk dibin, wê tiştekî wisa çênebe. Divê xwe ji vê xeyalên bûrjûvayê xilas bikin. Weke ku wê her tişt Rêber Apo bike nîşan didin. Na, ev kar yê me hemûyan e. Bila ti kes nekeve nav bendewariya ”Ji ber vê yekê, aştî dê hêsan û lezgîn be. Pirsgirêk dê bi muzakereyên li ser maseyê bên çareserkirin. Em ê jî rehetiyê bibînin." Zêdetir têkoşîn pêwîst e. Têkoşînek hê bi bandor, rêxistinkirî û encamgir pêwîst e. Divê hemû derdorên welatparêz û demokrat û gelê me zanibin ku em ketine pêvajoyeke têkoşîneke wisa, ku Rêber Apo bi ked û têkoşîneke ewqas mezin re ancax têbigihêjin.
AKP ne li pey çareseriyê ye
Tiştê ku eşkere bû ev e: Me dît ku AKP naxwaze pevçûn rawestin. Dixwaze şer û pevçûn bidomin. Ew ji vê sûd werdigire. Naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe. Naxwaze pirsgirêka Kurd-Tirk çareser bibe. Ji hebûna vê pirsgirêkê sûdê werdigirin. Yanî rantxur e. AKP jî rantxur e. Rantxuriya wan eşkere bû. Niha jî wek “baronê şer” şer tehrîk û provoke dike. Her tim êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla û Rojava dike. Em bala xwe bidinê. Zimanê wî êrîşkar e, ramanên wî êrîşkar e, kirinên wî êrîşkar e. Lêdide, dişkîne û digire. Ew zextê dike. Ev helwest, ev feraset, ev polîtîka li pêşiya demokratîkbûnê asteng in. Demokratîkbûn bi derbaskirina van pêk tê. AKP bi rastî ne li pey çareseriya pirsgirêkeke wiha ye, li pey dîlgirtin, hilweşandin û tinekirinê ye. Şerê taybet ê psîkolojîk heta radeyekê pêş dixin. Bi vî rengî dixwazin bandora Rêber Apo ya li ser civaka Kurd, li raya giştî ya Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê li ser mirovahiyê qels bikin. Şerekî taybet dimeşîne. Em vê yekê fêm dikin.
CHP li derveyî pêvajoyê ye
CHP dibêje ew partiya damezrîner e, partiya damezrîner a dewletê ye. Damezrîner bûna partiyê çi berpirsiyariyê tîne ser milê dewletê? Rewşa dewletê çawa ye? Di çi xetereyê de ye? Pêşeroj wê çawa be? TUSÎAD derket û got pergal hilweşiya. CHP çi encamê ji vê derdixe? Yanî divê ev yek nebe rojeva partiya damezrîner? Ji bo ku ji vê rewşê derkeve, hewl nede? Divê li ser vê bingehê xebat neyên kirin? Pêwîst e, lê CHP li derve ye. Bi temamî ji rojevê derket. Bi tiştên xwe re mijûl dibe.
Ew dijminê heqîqetê ne
Belê ez di destpêkê de Egîd Roj ê ku herî dawî li Tişrînê hat qetilkirin, dîsa Azîz Koyluoglû ê ku di 27’ê Çileyê de li Ranyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Di şexsê wan de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Desthilardariya heyî ya AKP’ê dijminê rastiyê, dijminê ronahiyê, dijminê heqîqetê ye û êrîşên hovane didomîne. Çiqasî ji gerîla ditirse ew qas ji ciwan û jinên zana, çi qasî ji gelê azadîxwaz ditirse ewqasî ji Çapemeniya Azad ditirse. Ji ber ku karê qirêj dike, dizî dike, bêhiqûq e, sûc dike. Dixwaze ev eşkere nebin. Rêxistinbûna çapemeniyê, rêxistinbûna Çapemeniya Azad divê vê rastiyê bibîne, fêm bike û li gorî vê xebatê xwe bidomîne. Divê bibînin ku xebatê ku dikin çiqasî girîng e. Şervanên fedaî yên azadiyê ne ku rastiyê eşkere dikin, şervantiya heqîqetê di vê astê de ye. Em dibînin ku yên vê xebatê didomînin baş fêm dikin. Yên ku li pey Azîz û Egîdan dimeşin wê van hedefan pêk bînin.
NAVENDA NÛÇEYAN