Ai Weiwei berhêmên hepsiyan dinirxîne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Tebax 2022 - 21:15

  • Koestler Arts saziyek e ku ji bo hepsiyan dixebite. Navenda wê li Ingilistanê ye. 

Koestler Arts saziyek e ku ji bo hepsiyan dixebite. Navenda wê li Ingilistanê ye. Ew hewl dide berhemên girtiyên li Ingilistanê bide naskirin û bifiroşe. Ji bo vê yekê jî her sal bi navê “Xelatên Koestler” di vî warî de xelatan dide û berhemên girtiyan dinirxîne. 

Koesler Arts di Cotmehe 2022’yan de pêşangeheke bi navê “Freedom” (Azadî) li dar dixe û kuratorê pêşangehê jî hunermendê Çînî, Ai Weiwei ye. Pêşangeh dê li “Southbank Centre” ango Londonê were lidarxistin. Koestler Arts cara 60’an e ku bi rê ve diçe.

Rêveberên pêşangehê dibêjin, piştî ku Ai Weiwei çûye serdana wan û saziya wan, fikra pêşangeha “Azadî” derketiye holê. Ai Weiwei dê 6 hezar û 500 berhemên ku ji hêla kesên girtî ve hatine çêkirin, binirxîne. Di nav van berheman de wêne, nivîs, berhemên sêwirandî û muzîk hene. 

Rola afirîneriya di bin zorê de

Ai Weiwei jî sala 2011’an li Çînê ji ber nihêrînên xwe li Pekînê hatibû girtin û 81 rojan di hepsê de mabû. Her wiha hikûmeta Çînê ji ber xebatên wî yên dijberî deshilatdariyê, timî ew sûcdar kir. Ai Weiwei ji bo pêşangeha “Azadî” dibêje, “Ev pêşangeh dê rola afirîneriyê ya di bin zext û zoran de nîşanî xelkê bide. Di dîrokê de gelek berhemên edebî û hunerî di wextên herî zehmet de derketine holê. Di van deman de hunermendan li ber xwe da û di şert û mercên herî zehmet de wan berhem afirandin.” 

Ai Weiwei vê havînê wexta xwe zêdetir bi nirxandina van berheman derbas dike û ji saziya Koestler Arts xwest ku pêşangeha “Azadî” bi rêk û pêk were lidarxistin û xwedî îdîayeke mezin be.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.