Agirê vê hêrsê wê we bişewitîne

Duşem 24 Nîsan 2023 - 00:08

Kamelia Sajadian, dayika Mihemed Hesen Turkman ê ku di dema serhildanan de hat qetilkirin: “Agirê vê hêrsê wê neviyên we bişewitîne û xweliyê te wê bişînin zibaleya dîroka Îranê.”

Kamelia Sajadian dayîka Muhammed Hesen Turkman ku roja 30’ê Îlonê li bajarê Babolê yê parêzgeha Mazenderan a Îranê ji aliyê hêzên rejîam Îranê ve hate qetlkirin, di nivîseke xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal helwesta rejîma Îranê ya li hember serhildanan şermezar kir.

Peyama Kamelia Sajadian ya ji rayedarên hikûmetê re wiha ye;

“Sibe wê gelek qatil li pey hev nimêjê bikin, avdestê xwe bi xwîna zarên Îslamê bikin. Sibe birêzên xeyalî ji bo mafê xwe yê qirêj wek bizinan herin pêşandaneke pêkenok. Wê li pişt axayên xwe çok deynin û xwezaya xwe ya pîs nîşan bidin. Sibe erd ji ber secdeyê nifiran li wan bike, sibe esmanê farisan li hember wan reş û tarî bibe, sibe xelk û hemû kulîlkên me her yek ji we gilî bikin.

 

Xweliya we wê biçe zibaleyê

Niha, birêz, bi serbestî gulebaran bikin; Sibe agirê kîn û hêrsa me ji berê mezintir bibe, agirê vê hêrsê wê xwîna we bişewitîne û xweliyên we ber bi zibaleya dîroka Îranê ve biçe. Îcar weke jineke misilman ku bi Îslamê bawer im, ne mimkûn e ku ez derewên we qebûl bikim, ne mimkûn e ku ez bi we re bibim di nav weşanên wisa rezîl de, xwîna zarokê min hat rijandin, ne mimkûn e, ne mimkûn e bibim temaşevan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.