Agirê Newrozê hîna geş e

Yekşem 27 Adar 2022 - 22:15

  • Li gelek bajarên Ewrûpayê Kurd û dostên Kurdan pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin.

Li gelek bajarên Ewrûpayê Kurd û dostên Kurdan pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, li paytexta Awusturyayê Viyanayê, li bajarên Elmanyayê Hamburg û Erfurtê û li bajarê welatê Baskê Donostî hat pîrozkirin. 

Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Federasyona Komeleyên Kurd a Awusturyayê (FEYKOM) ve hate lidarxistin. Siyasetvanê Kurd Cûma Tak piştî ku Newroz pîroz kir, bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan. Tak anî ziman ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan misoger nebe, gelê Kurdistanê jî wê azad nebe û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir.

Endamê Meclîsa Federal a Awusturyayê Dr. Harald Troch, endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Keskan Niki Kunrat, li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Awusturyayê Ahmet Zîrek jî li şahiyê amade bûn û Newroz li gelê Kurd pîroz kirin.

Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn û ji bo Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî ya Kurd slogan gotin. Peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî hate nîşandan. Di pîrozbahiyê de Koma Rojava, Beser Şahîn, Ayşe Şevaqî, Seyda Perînçek, Tiyatro Potamiya û Koma Rojava ya govendê ya zarokan derketin ser dikê.

Li Fischmarktê agirê Newrozê

Newroz li bajarê Elmanyayê Hambûrgê jî bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Pîrozbahî li taxa Fischmarktê pêk hat û mirovên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûn. Hevberdevka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut bal bire ser girîngiya Newrozê û destnîşan kir ku di Newroza 2022’yan de gelên Kurdistanê peyama 'Em ê jiyaneke bêyî Rêbertiyê qebûl nekin" dane. Zubeyde Zumrut got, divê her kes dersa pêwîst ji vê peyamê wergire.

Parlamentera berê ya Colemêrgê Selma Irmak jî destnîşan kir ku li dijî zext û înkarê gelê Kurd derseke mezin daye serweran û got, "Hûn çi dikin bikin, hûn ê nikaribin serî li vî gelî bitewînin."

Piştî axaftinan hunermend Ozan Aydin, Tûncer Yalinkilinç û Ozan Dîlan derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.

Li Erfûrtê jî Kurdistanî û înternasyonalîst şemiyê êvarê li ber Hauptbahnhofê civiyan û cejna Newrozê bi govend û stranan pîroz kirin.

Li welatê Baskê Newroz   

Li bajarê Donostî yê herêma Baskê jî Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re pîrozbahiyek li dar xist.

Di çarçoveya pîrozbahiyê de atolyeya konfederalîzma demokratîk û semînera jineolojiyê hatin lidarxistin.

Stranên şoreşê hatin gotin û li dora agirê Newrozê, govend hate gerandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.