Agirê Newrozê bi hêviya azadiyê geş bû

Şemî 22 Adar 2025 - 03:50

  • Piştî amadekariyên ji bo Newroza dîrokî ya Amedê qediya şûnde bi sed hezaran kes daketin qada Newrozê û bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz pîroz kirin. Li Amedê agirê Newrozê bi coşeke mezin hate pêxistin. 

Li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Cejna Newrozê tê pîrozkirin. Bi sed hezaran kes tev li pîrozahiyê bûne û agirê Newrozê hate pêxistin. Dema agirê Newrozê hatî pêxistin, dirûşma "Bijî Serok Apo" li qadê olan da. 

Coşa Newrozê derketiye lûtkeyê û hinek welatiyan cilên xwe avêtin nav agir û agirê Newrozê gur kirin.

Nirxandinên Ocalan 

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê, bi sed hezaran kesên li qada Newroza Amedê hate guhdarîkirin. 

Di pîrozbahiyê de li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê ji dengê wî hate guhdarîkirin. Dema li nirxandinê dihat guhdarîkirin, wêneyê Abdullah Ocalan li ser ekrana ledê ya mezin hate nîşandan. 

Di vê navberê de li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.

Posterê Ocalan hat vekirin

Di Newroza Amedê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di dema banga dîrokî de hatine kişandin, li qadê hatin hilgirtin. 

Li qada Newrozê peyama girtiyan

Li qada Newrozê peyama girtiyan hate xwendin.

Peyam bi vî rengî ye

"Banga Aştî û Civaka Demokratîk li vê xakê, li Kurdistanê, Mezopotamyayê, Anatoliyê, Çûkûrovayê, Egeyê, Marmarayê, Derya Spî, Rojava, Hewlêr, Rojhilat, li her devera ku dilê gelê Kurd lê dide deriyên biharê yê gelan vedike. Vê bangê zimanê bêdengkirî, xeyalên zincîrkirî û hêviyên binaxkirî ji nû ve şîn kir. Ev dem dema bindestan e, dema gelan e. Ev dem herî zêde dema Kurdan e. Ji bo bersiv ji vê bangê re bê dayin, divê gelê me sekna xwe ya bi biryar hîn xurt bike. Mecbûriyeteke ku şert û mercên Rêberê me di nav de ne tavilê bêne sererastkirin û tecrîd bê rakirin, ev yek pêwîstiyeke xwezayî ya herikîna jiyanê ye. Avdana darekê, afirandina şert û mercên şînbûnê ji bo wê darê bê çi wateyê, zemîna siyasî û hiqûqî ya vê pêvajoyê jî heman heqîqet e. Ev pêvajo bi afirandina rewşeke xumamî, bi belavkirina li pêvajoyê, bi hewldana tepisandina bi rêya zextê, bi çavtirsandina bi qeyûm û binçavkirinê nameşe. Ev rewş timî hatiye ceribandin û timî jî têk çûye. Ji ber vê yekê divê dest ji vê bê berdan û rêyên siyaseta demokratîk bêne vekirin. Roj roja xwedîderketina li nirxên civakî û rêbertî ye. Roja mezinkirina têkoşînê, meşa çareseriya mayinde ya bi rê û rêbazên nû ye. Newroza Amedê beyana îradeya ji bo aştî û çareseriyê ye. Weke girtiyên polîtîk ên azad em vê îradeyê silav dikin. Yên ku aştiya wan mezin be, destketiyên wan jî mezin e. Divê dewlet û desthilatdarî vê peyamê baş bixwîne. Bi vê bawerî, hişmendî, hest û hêviyê we hemûyan bi hurmet silav dikin. Hêvî dikin ku Newroza Azadiyê ya 2025'an bibe wesîleya saleke ji jiyaneke aştiyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê me."

Trêna aştiyê

Heyeta ku bi Trena Aştiyê hat Amedê bi coş hate pêşwazîkirin, nivîskar Ayşegul Devecîoglû ya di nava heyetê de cih girt jî got, "Em ji bo dengê aştiyê zêde bikin û têkoşîna hevpar berfireh bikin li vir in." 

Heyetek ji Înîsiyatîfa Civakî ya ji bo Aştiyê û komek Akademîsyenên Aştiyê ji bo beşdarî Newroza Azadiyê bibin, bi Ekspresa  Başûrê Kurtalanê ji Enqereyê ber bi Amedê ve bi rê ketin. Rêwîtiya bi navê “Trena Aştiyê” piştî 24 saetan gihîşt Amedê. Li Gara Trenê ya Amedê nûnerên STK, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Rêxistina DBP'ê ya Amedê, hevşaredarên DEM Partiyê û siyasetmedaran bi gulan pêşwazî li heyetê kirin. Piştî pêşwazîkirinê heyet derbasî qada Newrozê bû.

Em ji bo aştiyê li vir in

 Ayşegul Devecîoglû ku li ser navê heyetê axivî, got, "Em bi pêşiya xwe hatin ku dengê xwe yê aştiyê tevli Newrozê bikin." 

Piştre jî heyeta siya dirûşma “Newroz pîroz be” berz kirin. 

Daxwaza azadiya Ocalan 

Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel di Newroza dîrokî de axivî û got, "Xeyalek me heye, em dixwazin Serok Apo li vir di nava xwe de, li Sûrên Amedê bibînin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.