• Hasîbe Îlgen: Polêsan di Newrozê de ala her kesî ji wan sitend. Xwestin a min jî bistînin, lê min neda wan. Heta îro kesî ji min nestendiye, min neda. Dîsa dibêjim, ez ê vê alê qet nedim wan, heta ez sax bim wê bi min re be.

SELMAN GUZELYUZ / CEMÎL UGUR / MA/MÊRSÎN

Hasîbe Îlgen ev 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibe. Ew dibêje, ew mecbûr in agirê Newrozê pêxin û dema ew girseya Newrozê dibîne gelek şanaz dibe.

Hasîbe Îlgen veguheriye yekê ji remzên Newrozê. Ew ji navçeya Mêrdînê Nisêbînê ye û niha li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dimîne. Îlgen ev 25 sal in bi ala Partiya Demokratîk a Gel (DEHAP) a di sala 1997’an ve hat avakirin û di sala 2005’an de hat girtin, beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibe. Hasîbe Îlgen a 68 salî dibêje, heta ku ew hebe dê ala xwe nede ti kesî. 
 
Çîrokeke alê heye 

Hasîbe Îlgen têkiliyek di navbera ala DEHAP’ê û agirê Newrozê de çêkiriye. Ev jî dişibe têkiliya gelek Kurdan û Newrozê. Remza agir li ser ala DEHAP’ê ye û ji aliyê gelek Kurdan ve ev remz wek agirê Newrozê tê zanîn. Îlgen qala serpêhatiya ala DEHAP’ê kir, wê alaya ku ev 25 sal in li cem xwe dihilîne: “Sala ku partî hat damezrandin, ez li Nisêbînê bûm. Wê çaxê cenazeyê gerîlayekî anîn Nisêbînê. Ji bo em xwedî li cenaze derkevin, em çûn partiyê. Wê rojê ev ala dan min. Ji wê rojê ve, ez çûbim kîjan Newrozê, min ev ala li ba kiriye. Heta ku ez sax bim, ez ê vê alê li ba bikim.” 
 
Heta sax be wê biparêze

Di pîrozbahiyeke Newrozê de polêsê Tirk xwestine alaya DEHAP’ê ji Hasîbe Îlgenê bistîne, lê wê li ber xwe daye û ala xwe nedaye polîsan.

Ew dibêje: “Polêsan di Newrozê de ala her kesî ji wan sitend. Xwestin a min jî bistînin, lê min neda wan. Min ji wan re got, ev ala her tim bi min re ye. Heta îro kesî ji min nestendiye, hûnê çima bistînin û min neda. Dîsa dibêjim, ez ê vê alê qet nedim wan, heta ez sax bim wê bi min re be. Ez ji vê alê hez dikim.”  

Hasîbe Îlgen ji bo girîngiya Newrozê ji bo xwe dibêje, “Agirê Newrozê bi tîn e û gelek xweşik e. Ez her sal diçim pîrozbahiya Newrozê. Ez ji ber ku evîndarê gelê xwe me, ji Newrozê hez dikim. Ez ji ber hezkirina Newrozê û gelê xwe diçim pîrozbahiyê. Maneya Newrozê şanazî, kêfxweşî û hezkirin e. Em mecbûr in agirê Newrozê pêxin.” 
 
Bi cilûbergên kesk, sor û zer

Hasîbe Îlgen îro wê ldi pîrozbahiya li Meydana Tirmil amade be. Ew dibêje, “Ez ê şeveqê zû rabim û cilên xwe yên kesk, sor û zer li xwe bikim û bi ala xwe herim Newrozê. Newroz roja me ye. Kes neyê jî ez ê bi tenê herim. Dema ez diçim Newrozê û gelê xwe dibînim, şanaz dibim. Ez bi serbilindî diçim pîrozbahiyê û dimeşim.”