Agirbesteke zirav çeteyên kujer

Duşem 26 Nîsan 2021 - 05:51

  • Dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundir û Polêsê Lêşkerî yê Rûs li Qamişloyê dest pê kir. Lê çeteyên ku sivîl qetil kirin, qasidên lihevkirinê şehîd kirin, gelo vê carê wê agirbestê binpê bikin yan na, hîna ne diyar e. 

Hêzên Ewlekariya Hundir û Polêsên Leşkerî yên Rûsyayê li taxa Teyî ya Qamişloyê dest bi dewriyeya hevbeş kir. Ev jî weke gava misogerkirina agirbestê tên dîtin. Lê helwêsta çeteyan a binpêkirina agirbestê, êrişên li dijî sivîlan û qasidan, bivênevê dike guman bi mirovan re çêbin. Jixwe hîna fermî nehatiye ragihandin ka agirbest û şertên wê çi ne.

Doh dewriyeya ji erebeyên leşkerî yên hêzên Rûsyayê û helîkopteran, tevî Hêzên Ewlekariya Hundir a Rêveberiya Xweser, li taxa Teyî û herêmên şer lê qewimîn geriya.

Dewriye wekî din li herêmên bicihbûna Hêzên Ewlekariya Hundir di hundirê taxa Teyî de û nuqteyên şer ên di navbera hêzên ewlekariyê û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de li nêzî Dibistana Ebas Elawî û depoya avê ya li navenda taxê, digere.

Ev dewriye piştî ku hat ragihandin, aliyan li ser agirbestê li hev kiriye, geriya. Ka çete wê li gorî agirbestê tevbigerin yan na, ne diyar e. Lê belê hin kirinên çeteyan nîşan didin ku ew amadekariyên şer dikin. Bi her halî heta niha ji sedî 80’yê taxê ji çeteyan hatiye rizgarkirin.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî dibistanên Fadil Ebdulezîz Hesen û Ibn Sîna yên li taxa Teyî ya li başûrê bajarê Qamişloyêm, veguherandin navendên leşkerî. Çeteyan ji van her du navendan êrişî Hêzên Ewlekariya Hundir û sivîlan dikir.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundir dibêjin, çeteyan piştî ku sekvanên xwe li ser banên her du navendan bi cih kirin, ji wir sivîl û hêzên wan kirin armanc.

Heta niha çi qewimî?

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî di êrişan de zarokek û serokeşîrek şehîd xistin û 5 sivîl birîndar kirin, her wiha 2 caran agirbest binpê kir.

Beriya bi 6 rojan çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê, êrişî Hêzên Ewlekariya Hundir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir li Qamişloyê.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî 20’ê Nîsanê bi şev saet 22.00`an êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundir a li kolana Wehda ya Qamişloyê kir. Di roja yekê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundir, Xalid Milhim Osman di encama êrişê şehîd bû.

Di roja diduyan de li ser esasê destwerdana Rûsyayê ya di navbera her du aliyan de, Hêzên Ewlekariya Hundir û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li şûna çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê, agirbest ragihand, lê çeteyan ev agirbest binpê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundir navendeke çeteyên Dîfaa El-Wetenî ya bi navê Navenda Lîlo ku li aliyê bakurê taxaTeyî ye, bi dest xist. Çeteyan ji wê navendê êrişî bendên kontrolê dikir.

Çeteyan zarokê bi navê Mehmûd Mehmûd ê 10 salî şehîd kir û 5 sivîl di êrişên wan de birîndar bûn.

Heman rojê Hêzên Ewlekariya Hundir li taxa Teyî 2 endamên milîsên Dîfaa El-Wetenî girtin.

Di roja sisiyan de rûspiyekî êla Benî Seba; Hayis El-Ciriyan piştî ku beşdarî civîna rawestandina êrişên çeteyên

Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundir bû, bi êrişa çeteyan şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundir di paqijkirin û bipêşveçûna li taxa Teyî de gelek çek, cebilxane û alav li navendeke çeteyên Dîfaa El-Wetenî desteser kirin. Hêzên Ewlekariya Hundir di hundirê taxa Teyî de 2 dibistanên ku çeteyan ji wan êriş dikir, kontrol kirin.

Di roja sêyem de di encama civîna polîsên leşkerî yên Rûsyayê û fermandarên QSD’ê de, biryara agirbestê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundir û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de hate ragihandin. Çend saetan paşê, çeteyan agirbest binpê kir û êrişî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundir ên li taxa Hilkoyê kir.

Armanca êrişan çi ye?

Armanca êrişên çeteyên ser bi Şamê, xirakirina ewlehî û aramiya herêmê ye, derxisitna fitneyê di nav sîstema neteweya demokratîk de ye.

Bi nêzbûna hilbijartinên hikûmeta Şamê re jî hewl didin xwe xurt nîşan bidin. Ev armancên serekê yên hikûmeta Şamê ne lê Rûsya jî bi bêdengiya xwe dixwaze êdî yekser tev li karê hundir ê heremê bibe. Lê wan hêvî nedikir ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir ve bersiveke wiha bê dayîn. Texmîn dikirin ku Rûsya dîsa bikeve navberê û ev rewşa êrişan her dewam bike. Lê ne li gorî hesabên wan çêbû û Hêzên Ewlekariya Hundir gelek beşên taxa Teyî ji çeteyan paqij kirin.

Beriya niha Rûsyayê li bajarê Eyn Îsa û li Şehbayê jî bi şantajê xwest tawîzan ji Rêveberiya Xweser wergire. Niha pîlanên Rûsan hene ku bi van tevliheviyan re nuqteyeke nû li Qamişloyê ava bikin. Pîlan dikin ku nuqteya nû li şûna nuqeteyên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li taxa Teyî çêkin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi israr e ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji herêmê bên derxistin da ku aramiya taxa Teyî û ya herêmê pêk were. 

Çeteyan qasidê aştiyê şehîd kir

Ji rûspiyên eşîra Benî Seba, Hayis El-Ciriyan El-Hesen xwedî roleke girîng û bibandor bû di çareserkirina nakokiyên eşîran de. Lê hewldana wî ya qanehkirina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ya rawestadina êrişan, neçû serî û çeteyan ew şehîd kir.

Şehîd Hayis El-Ciriyan El-Hesen ji gundê Şermoxa mezin ê ser bi Til Hemîsê ye û di 1966’an de hatiye dinê. Piştî ku bavê wî, Şêx Ciriyan El-Hesen 2009’an wefat kir, Hayis El-Ciriyan El-Hesen erka bavê xwe di birêvebirina eşîr û çareserkirina nakokiyên wê de girt û piştî bavê xwe bû rûspiyê eşîra El-Ciriyan.

Şehîd û rûspî Hayis El-Ciriyan El-Hesen bi destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê re projeya biryara gelan nas kir û ji destpêka 2013’an ve tev li şoreşê bû û kurê xwe yê mezin Lorans tev li YPG’ê kir da ku şerê çeteyên DAIŞ’ê bike û herêmê rizgar bike. Lorans El-Ciriyan 6’ê Cotmeha 2014’an şehîd bû. Ciwanên eşîra wî çeka wî li erdê nehişt û tûgayek bi navê wî ava kir.

Piştî şerê dijwar ê 4 rojan ê li taxa Teyî, rûspiyên eşîrên Ereb dest werdan meselê da ku şer bisekinînin; şehîd Hayis El-Ciriyan ji bo erka navbeynkdariyê hate erkdarkirin.

Piştî Hayis El-Ciriyan ji civîna di navbera Hêzên Ewlekariya Hundir û eşîran de ya ji bo agirbestê derket, di 23’yê Nîsanê de sekvanên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li pêş mala wî ya li bakurê rojhilatê Nexweşxaneya El-Wetenî ya li Qamişloyê ew kir hedef û şehîd kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.