Agir bi konên penaberên ji Şengalê ket

Çarşem 19 Cotmeh 2022 - 00:45

Li Kampa Şêxan a li parêzgeha Dihokê ya ku lê koçberên Şengalê dimînin, agir bi konan ket. Li gorî agahiyan, ziyanên canî çênebûne, lê çar konên koçberan bi temamî şewitîne.

Agir doh ji ber sedemeke nediyar li Kampa Şêxan a li Dihokê bi konên penaberên ji Şengalê ket. Piştre, tîmên agirkujiyê şewat vemirand.

Hat zanîn ji ber şewatê ti ziyanên canî çênebûne, lê çar konên penaberan bi temamî şewitîne.

Piştî fermana 3´ê Tebaxa 2014´an bêhtirî 330 hezar welatiyên Şengalê bn benaber û îro li nava erdên parêzgeha Dihokê dimînin.

DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.