Agahiyên malî nedan Elmanyayê 

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 20 Çile 2021 - 15:59

Elmanyayê dixwest ku Tirkiye agahiyên malî yên welatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê dimînin bide wê. Derket holê ku ev agahî ji Wezareta Bacê ya Elmanyayê re nehatine şandin.

Ji bo pêşîlêgirtina nedana bacê, Peymana Transfera Agahiyên Otomatîk (AJA) sala 2017’an di navbera welatên OECD’yê de hatibû îmzekirin. Li gorî vê peymanê hesabên bankayê û mal û milkên mirovan ji van welatan re dihate vekirin. Heta niha 110 welatan ev peyman mohr kiriye.

Tirkiyeyê, Mijdara 2017’an ev peyman îmze kiribû, lê rejîma Erdogan ji bo pêkanîna peymanê xwe giran dike. Elmanya jî li benda van agahiyan bû. Ji ber ku li Elmanyayê nêzî 3 milyon welatiyên Tirkiyeyê hene. Daîreya Bacê ya Federal a Elmanyayê 31’ê Kanûna 2020’an diyar kiribû ku ev agahî ji wan re nehatiye şandin.

Wezareta Malî ya Federal jî li ser malpera nûçeyan a borsayê ‘boerse-online’ de ev agahî piştrast kir û diyar kir ku li ser vê meseleyê nîqaşên di navbera Tirkiye û welatên din ên Yekîtiya Ewrûpayê didomin.

Heke ev pergal cih bi cih bibe, daîreyeke bacê ya Elmanyayê wê karibe li hesabê bankê yê welatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê bibîne. Welatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê alîkariya ji bo bêkarî û civakî werdigirtin, li Tirkiyeyê ji xwe re mal û milk dikirîn û ev mal û milk ranedigihandin daîreyên bacê yên Elmanyayê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.