AFAD dizê konan e

Sêşem 14 Sibat 2023 - 15:56

  • Kemal Bulbul: Heger dest nedaba şaredariyên me, şaredariyên me wê xebatên erdhejê li vê herêmê bikirana. Şaredariya me ya Çinarê li Semsûrê aşxaneya gerok ava kir û hevşaredarên me xwarinê belav dikin. 

Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, erdhej û helwesta hikumeta AKP-MHP'ê ji ANF´ê re nirxand û diyar kir ku li herêma erdhejê hêviya xelkê nemaye. Bulbul got, sedema vê yekê jî desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ya ku gel weke mirovan nabîne û feraseta kevneşopî ya dewletê didomîne: “Mirov xwe bêçare û tenê hîs dikin. Ev nemana hêviyê, weke qêrîn û hawarekê tê nîşandan. Semsûr niha bi giştî kavil bûye. Dibe ku li Semsûrê hejmara miriyan ji texmînan pirr zêdetir be. Lêkolînên sîstematîk tinene. Bêyî rêxistinbûna Saziyên Sivîl ên Civakî, welatiyên me yên ji erdhejê rizgar bûne jî ji birçîbûn û tîbûnê dimirin. Sê rojên ewilî, baran timî dibariya û hewa pirr sar bû. Xaniyên ku li Semsûrê nehatine xerakirin, xisareke mezin li wan bûye û nayên bikaranîn. Hemû avahiyên ku ji aliyê muteahîdan ve hatibûn çêkirin, hilweşiyane. Avahiya şaredariya Semsûrê bûye kavil. Werzîşvanên voleybolê yên ku ji Kibrisê hatibûn, yek jî nefilitî.”

Serokê AKP’ê gefan li xelkê dixwe

Bulbul anî ziman ku bi vê erdhejê bi awayekî zelal derketiye holê ku dewlet guh nade gel û got; "Li gorî min dewlet di bin kavilan de maye. Ev feraseta dewletê ye. Paşê me dît; Serokê AKP'ê derdikeve û gefan li welatiyan dixwe. 5 sal berê li navenda Samsatê erdhejek pêk hat û kavil hê jî li wir in. Du sal berê li Meletî û Elezîzê erdhejek çêbû û ew birîn nehatine pêçandin.”

AFAD weke cendirme tê bikaranîn

Parlamenterê HDP'ê Bulbul diyar kir ku AKP'ê AFAD'ê veguherandiye rêxistineke girêdayî xwe û wekî jendirme û polîsan bi kar tîne. Bulbul, diyar kir ku AFAD'ê bi hinceta 'ewlehiyê' saziyên alîkariyê asteng kir û got: "Min bi xwe navendên Semsûr, Pazarcix, Sergolanê dît. Em ê di demeke nêz de biçin Meletiyê. Zirara vê erdheja ku li Hatay, Amed û Elezîz jî di nav de hemû bajaran xisar dît, ne di rewşeke wisa de ye ku zû were sererastkirin. Ji ber ku dewlet di bin kavilan de ye. Em ê kavilên dewletê rakin an kavilên erdhejê? Ger dest nedaba şaredariyên me, şaredariyên me wê xebatên erdhejê li vê herêmê bikirana. Şaredariya me ya Çinarê li Semsûrê aşxaneya gerok ava kir û hevşaredarên me xwarinê belav dikin. Pênc şaredariyên me hene û hemûyan derfetên xwe seferber kirine. Dewlet alîkariyê nade gel û gefan li gel dixwe û dixwaze xwe xurt bide nîşandan.”

AFAD alîkariyê desteser dike

Bulbul bal bire ser astengkirina gihandina alîkariyê jî û got; “Li Semsûrê hê jî rêyên gundan girtî ne, gundên mezin hene ku alîkarî negihiştiye wan. AFAD konên tên Semsûrê, desteser dike. Em ji Enqereyê konan organîze dikin da ku wan bibin Semsûrê, lê AFAD bi awayekî wan asteng dike û wan digire. Em wan konan çêdikin da ku li xelkê belav bikin. Wezaretê da zanîn ku dê ti astengî dernekeve, lê AFAD weke saziya polîs û ewlehiyê tevdigere.

Em ê ji vê rewşa xerab rizgar bibin

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir rewşeke giran li holê heye û got “Em bêhevî nebin. Partiya me li qadê ye. Em ê biçin Meletî û Mereşê jî. Em ê bi hevgirtinê ji vê rewşa xerab rizgar bibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.