Li bajarê Elmanyayê Aachenê, saziya dibistanan li mamosteyekî kurdî digere da ku li dibistaneke bajêr dersa kurdî bide zarokan.
Dê û bavên li Aachen û derdora wê, ji bo ku dersa Kurdî li dibistanan ji bo zarokên wan hebe, îmze berhev kirin û ev îmze dan saziya dibistanan a bajêr. Li bajêr dibistanekê qebûl kir ku van dersan bide. Rêveberiya saziya dibistanan a Aachenê wê heta 04.11.2022´yan miracaetên mamosteyan ên ji bo ders dayînê qebûl bike. Ev mamoste wê hefteyê 14 saetan dersê bide.
Mamosteyên ku dixwazin miracaet bikin, dikarin, tevahiya belgeyên xwe yên miracaetê ji Rêveberê Saziya Dibistanan a Aachenê Birêz Rudig re bişînin:
Herrn Schulamtsdirektor Rudig
Zollernstraße 16
52070 Aachen
Mamosteyên ku dixwazin bêhtir agahdariyan wergirin jî dikarin bi rêya telefonê xwe bigihînin birêz Rudig û agahiyna jê wergirin: 0241-5198-4134.
Heger mamoste bê peydakirin, zarok û dêûbavên li Aachenê wê bigihin dersên xwe yên Kurdî.
AACHEN