98 îdam û muebed

Pêncşem 20 Çile 2022 - 05:22

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di rapora xwe ya sala 2021’ê de ragihand ku rejîma Îranê li 98 aktîvîst û welatiyên Kurd cezayê bidarvekirinê yan jî hepsa heta hetayê birriye.

Di raporê de tê gotin, “Di 2021’ê de herî kêm 46 kolberên Kurd li herêmên ser sînor jiyana xwe ji dest dane. Pasdarên Îranê 17 û leşkerên Tirk jî 4 ji wan kolberan kuştin. Herwiha zarokek jî ku kolbertî dikir, dawî li jiyana xwe aniye. 5 kolber ji ber aşûtê, 3 kolber ji sermayê, 3 kolber jî ji ber ku ji çiyê ketine û 3 kolber ji ber diltengiyê canê xwe ji dest dane. Kolberek jî di avê de xeniqiye, 9 kolberan jî di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

5 kasibkarên Kurd di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane, yek jî birîndar bûye.

Di nava salê de 47 koler birîndar bûne, ev kolber di encama êrişên hêzên Îranê û Tirkiyeyê de birîndar bûne. 17 kolber jî ji çiya dikevin û birîndar dibin, kolberek ji ber teqîna mayînê birîndar bûye, 26 kolber jî bi bûyerên cûda birîndar bûne.

Herî kêm 30 girtî jî hatine bidarvekirin, êşkence li 6 girtiyên Kurd hatiye kirin, 6 welatiyên ji ber êrişan direvîn, hatine kuştin, 4 kesên hatibûn binçavkirin ji ber xemsariyê û 14 kes jî ji ber teqînên mayînan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 25 kes jî birîndar bûne.

4 aktivîstên PJAK û HDK’ê li Pênciwên, Silêmanî û Hewlêrê bi destê hêzên komara Îslamî ya Îranê  hatin kuştin. Li 98 aktivîst û welatiyên Kurd, cezayê darvekirin û heta hetayî hatiye birrîn.

Di 2021’ê de pirraniya wan bi destê mêran, herî kêm 32 jin hatine kuştin.

Di 2021’ê de herî kêm 6 penaberên Kurd ku dixwestin biçin Ewrûpayê, jiyana xwe ji dest dane. 421 welatî ku di nav de zarok, rojnamevan û aktivîst hene bi sedemên siyasî ji aliyê saziyên ewlekariyê ve hatine binçavkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.