Piştî komkujiya koçberan a li Yewnanistanê, 9 kesên ji Misrê ku tê gotin bazirganê mirovan in, hatin girtin.
Çavkaniyên ewlekariyê yên Yewnan ragihandin ku 9 kesên ji Misrê, bi gumana bazirganê mirovan in, hêzên Yewnanistanê ew kirin nezaretê. Hate ragihandin ku yek ji kesên di nezaretê de kaptanê keştiya noqî binê avê bûyî ye.
Keştiya ku koçber û penaber tê de bûn, şeva 13 û 14'ê Hezîranê li peravên Nîvgirava Peloponezê noqî binê avê bûbû. Li gorî bîlançoya fermî 79 kes mirin û 104 kes hatin rizgarkirin. Ji kesên hatin rizgarkirin 47 jê ji Sûriyeyê, 43 jê ji Misrê, 12 jê ji Pakistanê û 2 jî Filistînî bûne.
Li gorî texmînên destpêkê yên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî 400 kes di keştiyê de bûn. Li gorî îfadeya koçberên rizgarkirî jî herî kêm 750 kes hebûn. Yanî dibe ku bi sedan penaberên di vê komkujiyê de miribin. Ev komkujiye ji ber ku keştî hatibû tesbîtkirin û dihat şopandin, lê li gorî siyaseta sînor û penaberan a Yekîtiya Ewrûpayê, li şûna alîkariyê hewl dihat dayîn ku ew negihîjin peravên Yewnanistanê.
NAVENDA NÛÇEYAN