8’ê Adarê li Meydana Stasyonê

Nûçeyên Jin

În 4 Adar 2022 - 22:30

  • Di 8'ê Adarê roja sêşemê de jî, li Meydana Stasyonê mîtîngeke mezin tê lidarxistin. Hunermend Îlkay Akkaya, Koma Sorjiyan û Ayfer Duzdaş jî wê derkevin ser dikê. 

EYLEM AKDAG / MA/AMED

Çalakiyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê yên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) û rêxistinên jinan, beriya çend rojan dest pê kirin, û didomin. Hîna çalakiyan serdana malbatên di Nobeda Edaletê de, meş, tûra bi duçerxeyan û nîşandana filman wê bê lidarxistin. 

Di 8'ê Adarê roja sêşemê de jî, li Meydana Stasyonê mîtîngeke mezin tê lidarxistin. Hunermend Îlkay Akkaya, Koma Sorjiyan û Ayfer Duzdaş jî wê derkevin ser dikê. 

Hevşaredara Erxeniyê Meryem Yildiz a ku qeyûm şûna wê dagir kiriye, got, "Polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li hember jinan, polîtîkayên netewperest û zayendperest in. Di çalakiyên îsal de em balê dibin ser rewşa siyasetmedara girtî Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ên din jî. Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan û girtiyên din jî rojevên sereke yên çalakiyên îsal in. Ji lew re, civak bi temamî tê tecrîdkirin. Ev tecrîd, tenê bi Îmraliyê re ne sînordarkirî ye. 

Jinan li navçeyên Amedê xebatên xwe dan destpêkirin. Hevdîtinên me yên bi jinan re û serdanên me yên gundan didomin.

Xwedîderketina li 8'ê Adarê, xwedî derketina li azadiya jinê, tinekirina zayendparêzî û faşîzmê û şikandina tecrîdê ye. Lewma em bê navber xebatên xwe didomînin." 

‘Bi reng û lîlandinên xwe’

Ji Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê, Rûken Yilmaz jî bang li jinan kir da ku bi rengên xwe dakevin meydanan: "Em ê li meydanê biqîrin, tecrîdkirina jinên Kurd û gelê Kurd îfade bikin. Em ê ji bo azadiya Aysel Tûglûkê û hemû girtiyên nexweş biqîrin. Em ê zimanê xwe yê dayikê biparêzin. Em hemû dayikên xwe, hevalên xwe yên jin, hevalên xwe yên ciwan di 8'ê Adarê de vedixwînin Meydana Stasyonê. Em li bendê ne jin bi rengên xwe û tilîliyên xwe bên meydanê.”  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.