850 hezar ton genim

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 14 Gulan 2023 - 15:38

HENAR BRAHÎM / ANHA / HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9`ê Gulanê de buhayê kirrîna genim û ceh a ji cotkaran, diyar kir. Kîloya genim bi 43 sentan e û ya ceh bi 35 sentan e.

Cotkaran diyar kir kirin ku li gel rewşa aborî ya zehmet ev buha baş e. Têkildarî ka wê pereyên cotkaran bi dolar an bi lîreyê Sûriyê bidin, cihgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Yûnis got, ew ê pereyên cotkaran bi dolar bidin wan û diyar kir ew ê di nava 20 heta 25 rojan de piştî radestkirinê, pereyên wan bidin wan.

Bi destpêkirina çinînê re, desteyên aborî û çandiniyê yên Rêveberiya Xweser dest bi amadekirina embaran, kadroyên taybet ên çavdêriya mekanîzmeya radestkirin û wergirtinê kir.

Kadroyên pispor hatin gihandin

Ehmed Yûnis diyar kir ku wan 3 dewreyên perwerdeyê ji bo aliyên têkildarî kirrîna genim û ceh vekirine, û li gorî pîvanên Sûriyeyê û navneteweyî ew hatine perwerdekirin. Yûnis destnîşan kir ku dewreya perwerdeyê ya yekemîn li herêma Firatê û ya duyemîn li kantona Qamişloyê û ya sêyemîn li kantona Hesekê hatin vekirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li tevahî herêmên Rêveberiyê 28 embar amade kirine.

Ehmed Yûnis anî ziman ku embar dikarin 850 hezar ton ceh û genim wergirin û da zanîn ku heke miqdar zêdetir be, ew ê embarên din vekin.

Cihgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê Ehmed Yûnis bang li xelkê kir da ku ji bo parastina hilberînan ji şewatan, bi komîteyên li herêmê re koordîneyê bikin û hevkar bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.