- Dewleta Tirk a dagirker di 72 saetan de li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 80 navend bombarduman kirin. Di êrişan de 7 kes birîndar bûn, binesaziya herêmê, saziyên xizmetguzariyê êdî nikarin xizmetê bikin.
Dewleta Tirk a dagirker di 72 saetan de ji 13´ê Çile heta 15´ê Çile gelek navend û saziyên xizmetguzariyê kirin hedef. Di êrişan de 5 endamên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 7 welatî jî birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne: Ehlam Ebdurezaq Remo, her du zarokên wê Rojan ê 3 salî û Can ê 4 salî, Hêlîn Mihemed, Mihemed Xeyr Ehmed Şêxî yê 23 salî, Hisên Ayiş Hisên ê 45 salî, karkerê bi navê Kabrîn Ferho yê 33 salî. Li gorî bîlançoyê, navendên ku gelek caran hatin bombebarankirin ev in:
Êrişên 13’ê Çile
Stasyona Zarbe û 2 navendên petrolê li başûr rojhilatê navçeya Tirbespiyê, bendava Başût a li rojhilatê Dêrikê 5 caran hatin bombebarankirin. Gundên Xirbet Şeale û Hirbil ên kantona Efrînê û Şehbayê hatin bombekirin. Dewleta Tirk bi 2 moşekan nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê ya li Şehbayê kir hedef.
Êrişên 14’ê Çile
Nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê li gundê Xerbîsan ê Kobanê du caran hat bombebarankirin. Dewleta Tirk gundê Şewarxe yê navçeya Şera ya Efrînê bombebaran kir. Stasyona petrolê ya li başûr rojavayê navçeya Tirbespiyê û bankeya çandiniyê ya li Tirbespiyê hatin bombekirin. Herêma navbera gundên Gir Kendal û gundê Şirk ê Dêrikê, hat bombe kirin. Navenda navçeya Eyn Îsayê, stasyona elektrîkê ya navçeya Eyn Îsayê hatin bombe kirin. Bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li navçeya Eyn Îsayê, gundê Xalidiye yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê hatin bombe kirin. Bajarokê Çelebiye yê li başûrê Kobanê, navenda Çavdêriyê ya li navçeya Dirbêsiyê, 2 caran navendeke berê ya şirketa Lafarge ya fransî li Kobanê hatin bombe kirin. Li gundê Kerbetil ê Dirbêsiyê mala Xalid Hiso hat bombekirin. Stasyona elektrîkê ya Kobanê, derdora gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê, çewlîga sewalan a li gundê Şêx Coban a Kobanê hatin bombe kirin. 3 derverên li herêma di navbera gundên Quneytera û Şamsûr ên Dirbêsiyê hatin bombekirin. 3 caran nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Şewarxa yê navçeya Şera hat bombekirin. Li Kobanê tîmên agirkujiyê dema hewl didan şewata ji ber bombebaranê vemirînin, bûn hedefa êrişê. Depoyeke genim a li Kobanê, Daristana li Kobanê hatin bombekirin. Di bombekirina saziyeke leşkerî ya hikûmeta Şamê ya li Qamişloyê de 5 leşker hatin kuştin. Stasyona elektrîkê ya li Amûdê, gundê Kotih ê Amûdê hatin bombe kirin. Rojnamevanên ku bombebarana li ser Kobanê dişopandin, bûn hedef. Rojnamevanek birîndar bû. Aşxaneya Dirbas a li navçeya Amûdê, gundê Merkebe yê Amûdê hatin bombe kirin. Şirketa Nêrgiz a Qamişloyê, stasyona elektrîkê ya li Qamişloyê hatin bombekirin. Depoyeke amûrên xizmetguzariyê ya li nêzî balafirgeha Qamişloyê hat bombekirin. Dibistana ajorakariyê ya li Qamişloyê, Kargeha Helaw û Tehîne ya li Qamişloyê hatin bombekirin. Stasyona petrolê ya li navçeya Tirbespiyê, bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Xezne yê Tirbespiyê hatin bombekirin. Navendên petrolê yên gundê Xatûne yê navçeya Tirbespiyê careke din, stasyona Udê û stasyona gazê ya sereke ya Udê hatin bombe kirin. Bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya li gundê Kevirê Spî yê Qamişloyê hat bombekirin. Stasyona elektrîkê ya navçeya Tirbespiyê, 3 caran cihekî petrolê yê li Tirbespiyê hatin bombekirin. Cihekî din ê li nêzî gundê Girê Berî yê li navçeya Tirbespiyê hat bombekirin. Stasyona Siweydiyê ya ku elektrîkê dide kantona Cizîrê hat bombekirin. Navenda parzûnkirina sotemeniyê “Tifle” li herêma Koçerat a Dêrikê hat bombekirin.
Stasyona gazê ya li gundê Siweydiyê 10 caran hat bombekirin. Gundên Um El Kêf, Til Tawîl ên Til Temirê hatin bombekirin.
Êrişên roja 15’ê Çileyê
Bi çekên giran êrişî depoyên genim ên li gundê Um El Kêf hat kirin. Careke din stasyona elektrîkê ya li Qamişloyê hat bombekirin. Stasyona elektrîkê ya li navçeya Dirbêsiyê, Stasyona elektrîkê ya li Qamişloyê cara sêyemîn hatin bombe kirin. Depoyên çaksazkirina petrolê û stasyona elektrîkê ya Rimêlanê hatin bombekirin. Gundên Til El Werd, El Rebîat ên başûrê navçeya Zirgan, gundên Mehermele, Dada Ebdal, Bobî, Til Hermel û Esediyê yên Zirganê hatin bombekirin. Avahiyek li taxa Sîna ya Qamişloyê, li navenda Qamişloyê jî malek hatin bombekirin. Stasyona Udê ya Tirbespiyê careke din hat bombekirin. Bîrên petrol û gazê yên li Tirbespiyê hatin bombekirin. Bîrên li nêzî Girê Pirê yên li Tirbesipiyê hatin bombekirin. Bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzî gundê Şirk ê Dêrikê hat bombekirin. Gundê Girbelat ê herêma Koçerat a Dêrikê, bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê hatin bombekirin. Stasyoneke petrolê ya li Tirbespiyê, navendeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişloyê hatin bombe kirin. Careke din beşa duyemîn a stasyona elektrîkê ya Tirbespiyê hate bombekirin. Gundên Şêxlera Jorîn, Zormixar û mezraya Ehmed Munîr ên li rojavayê Kobanê hatin bombekirin. Kargeha gazê ya li gundê Siweydiyê ya Dêrikê careke din hat bombekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN