- Li Silêmanî bi pêşengiya RJAK’ê bi dirûşmeya “Bi yekrêziya jinan li dijî dagirkerî û tundûtujiyê têdikoşîn” çalakiyên 8’ê Adarê destpêkirin.
Li Silêmanî bi pêşengiya RJAK’ê bi dirûşmeya “Bi yekrêziya jinan li dijî dagirkerî û tundûtujiyê têdikoşîn” çalakiyên 8’ê Adarê destpêkirin. 8 wênesazên jin bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûn.
“Bi yekrêziya jinan li dijî dagirkerî û tundûtûjiyê têdikoşin” slogana çalakiyên 8´ê Adara îsal Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) e. Di çarçoveya pîrozbahiyan de Hola Tawar a bajarê Silêmaniyê pêşangeha wêneyan vekir. 8 wênesazên jin bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bûn.
Jin û welatiyên bajêr elaqeyeke mezin nîşanî berhemên bi pirranî li ser xwezayê dikin. Serdana pêşangehê jî dewam dike.
JINHA/SILÊMANÎ