Li bajarên Suriyeyê di roja 5’an a erdhejê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 3 hezar û 383, ya birîndaran jî bû 5 hezar û 302’yan.

Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê hatine dagirkirin, hejmara heta niha 2 hezar û 30 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 950 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku hîn jî gelek kes di bin xirbeyan de û dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Şamê Dr. Hesen Muhammed El Xebaş diyar kir ku heta duh hezar û 347 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 295 kes jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye reqemên wezîr dane tenê yên derbarê herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de ne.

 

DYE’yê cezayê li ser Sûriyê sivik kir

Li aliyekî din Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê DYE, ragihad ku ji ber erdhejê, 180 rojan ew ê cezayên li ser Sûriyê sivik bikin.

Biryara sivikkirina cezayan piştî ku rayedarên NY`ê û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî hîşyarî dan ku ceza hewldanên gihandina alîkariyan ji bo mexdûrên li Sûriyeyê asteng dikin, pêk hat.

 

Saziyên navneteweyî serdana Sûriyê dikin

Hate Ragihandin ku Rêvebera Xaça Sor a Navneteweyî Mirjana Spoljaric serdana Sûriyê kiriye û çûye Helebê. 

Spoljaric li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand;’’Ez niha gihiştim Heleba Suriyeyê û bi vê karesetê gelek dilgiranim. Li gel ewqas salên dirêj yên şerê dijwar ê navxweyî, niha ev welat ji ber kareseta erdhejê felcbûye. Divê tavilê ev rewşa xirab ya li ser welatiyan were rakirin.”

Her wiha Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus jî ragihand ku ew ber bi Suriyeyê ve bi rê ketiye û got: “Rêxistina me wê alîkariyên sereke yên pêwîst bigîhînin hemû herêmên ji erdhejê bandor bûne.”

NAVENDA NÛÇEYAN