8'ê Adarê qada têkoşînê ye

Sêşem 4 Adar 2025 - 03:00

ROZA METÎNA / AMED

Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr têkildarî wateya 8'ê Adarê, tundiya piralî ya li hember jinê ya dewam dike û têkoşîna li dijî vê yekê wiha got:"8'ê Adarê li dijî newekhevî, xizanî û zilma ku li ser jinan tê meşandin, qada têkoşîna jinan e. Em di 8’ê Adarê de li dijî tundiya li ser jinan dengê xwe bilind bikin û ji bo parastina destkeftiyên jinan li berxwe bidin."

Ji 8’ê Adarê re demeke kurt ma. Kar û xebatên jinan, bang û daxwazên wan ên ji bo 8’ê Adarê di sala 2025’an de jî dewam kir. Jin wê îsal jî li dijî tundiyê û êrişên li ser destkeftiyên jinan li qadan dirûşmeyên xwe berz bikin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Agiriyê Nejla Demîr têkildarî girîngiya 8’ê Adarê, di vê çarçoveyê de têkoşîna li dijî binpêkirina mafên jinan, polîtîkayên şerê taybet, êrişên piralî û rewşa jinên li herêmên erdhejê nirxandin kir.  Nejla Demîr di nava nirxandina xwe de got wê jin bo azadiya Abdullah Ocalan jî dengê xwe bilind bikin. 

8'ê Adarê qada têkoşînê ye 

Nejla Demîr di destpêkê de bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û wiha got:"Di 8'ê Adarê de jin li dijî îstîsmara keda xwe, tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên şer û desthilatdariya mêtînger berxwedanê mezin dikin. Di civakeke bê azadiya jinê de ne edalet, ne aştî û ne jî demokrasiyeke rast pêkan e. 8'ê Adarê li dijî newekhevî, xizanî û zilma ku li ser jinan tê meşandin, qada têkoşîna jinan e. Em di 8’ê Adarê de li dijî tundiya li ser jinan dengê xwe bilind bikin û ji bo parastina destkeftiyên jinan li berxwe bidin."

Nêzîkatiya li hember girtiyên nexweş

Nejla Demîr di heman demê de da zanîn jin ber bi 8'ê Adarê ve diçin lê belê binpêkirina mafan hem li hundur hem jî li derve dewam dikin û wiha pê de çû:"Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî girtiyên nexweş, ji binpêkirina mafên takekesî wêdetir, weke hilbijartineke siyasî ya bi zanebûn hatiye avakirin. Ev pêkanînên ku bi awayekî eşkere li dijî bêalîbûna pergala edaletê û prensîbên hiqûqê ne, ne tenê girtiyan, di heman demê de tê xwestin bi vî rengî civakê jî bitirsînin. Tevî ku berdana girtiyên nexweş pêdiviyeke însanî ye jî, ji ber pêkanînên keyfî ev daxwaz bê bersiv tên hiştin. Hişyarkirina li hemberî van binpêkirinan û parastina mafê jiyanê ya girtiyên nexweş ne ​​tenê mijareke mafên mirovan e, di heman demê de ji bo parastina serweriya hiqûqê û bêalîbûna pergala dadê jî pêwîstiyek e." 

Xizaniya jinê jî tundî ye 

Nejla Demîr da zanîn cureyên tundiya li hember jinan piralî ne û di 8'ê Adarê de jî ev tundî dewam dike. Nejla Demîr da zanîn yek ji cureyên tundiyê xizaniya jinê ye û wiha dewam kir:"Pêşîlêgirtina xizaniya jinan bi gavên ku li ser esasê wekheviya zayendî xweseriya aborî ya jinê xurt bike, pêkan e. Polîtîkayên ku îstîhdama jinan zêde dike, civakîkirina keda lênêrînê û berfirehkirina mekanîzmayên ewlehiya civakî jiyanî ne. Xizmetên civakî yên wek kreş û navendên lênêrîna kal û pîran ên bêpere divê bên xurtkirin û polîtîkayên ku piştgiriya tevlêbûna jinan a di nava hêza kar de bikin divê bên meşandin. Xizaniya jinan ne tenê bi qeyrana aborî, bi newekheviyên civakî re jî girêdayî ye û ji ber vê yekê veguherînên pêkhatî neçar in. Xizaniya jinê jî tundî ye." 

Em têkoşîneke piralî dimeşînin

Nejla Demîr a ku bal bir ser polîtîkayên şerê taybet diyar kir ku ew têkoşîna li dijî vê yekê ne tenê di 8'ê Adarê de her tim didin û wiha dewam kir:"Polîtîkayên şerê taybet pêkanînên sîstematîk in ku ji aliyê dewletê ve ji bo qelskirina têkoşîna azadiya jinê û jihevcudakirina jinê ya ji têkoşîna rêxistinkirî bi zanebûn tê meşandin. Bi tiryak, fuhuş û ferzkirina ajantiyê tê xwestin jin ji têkoşîna civakî dûr bikeve û desthilatdariya pergala serdest a mêr xurt bibe. Sîstem bi van polîtîkayan hewl dide tevgera jinê ya birêxistinkirî bêbandor bike, laş û nasnameya jinê weke amûra şer bi kar tîne. Weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo van êrîşên li ser têkoşîna jinê derbixin holê, jin bi nasnameya xwe ya azad bijîn û tevnên hevgirtinê xurt bikin em têkoşîneke piralî dimeşînin. Ev têkoşîn ne te di 8'ê Adarê de her tim tê meşandin." 

Êrîşa li dijî têkoşîna azadiya jinê ye

Nejla Demîr bi lêv kir ku jin ji mafê xwe yê axaftina zimanê dayikê jî bêpar tên hiştin û wiha got:"Ziman bingeha nasnameyê ye. Di sîstemeke ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nayê qebûlkirin û li qadên giştî qedexe ye, hebûn û têkoşîna jinan jî tê hedefgirtin. Polîtîkayên ku axaftina jinan a bi zimanê dayikê û xizmetên bi zimanê dayikê bi giştî asteng dikin, armanc dikin ku jin ji nasnameya xwe qut bibin, têkoşîna rêxistinkirî û hevgirtina civakî ji holê rabe. Ev ne tenê qedexekirina zimanekî ye, rasterast êrîşa li dijî têkoşîna azadiya jinê ye. Yek ji daxwazên herî xurt ku jin wê di 8’ê Adarê de li qadan bilind bikin, li dijî van polîtîkayên înkarê îradeya zindîkirina zimanê dayikê ye. "

Wê ji bo azadiya Ocalan biqêrin

Nejla Demîr da zanîn wê jin li qadên 8'ê Adarê ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin û wiha got:"Têkoşîna azadiyê ya jinan û têkoşîna azadî û aştiyê ya gelan ji hev cuda nayê dîtin. Girtina fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ne tenê polîtîkaya tecrîda ferdî ye, êrîşeke bi zanebûn a li dijî vîna gelan, têkoşîna azadiyê ya jinan û bingeha çareseriya demokratîk e. Di dema ku pergala şer û mêtîngeriyê ya li Rojhilata Navîn bi serdestiya li ser beden, ked û nasnameya jinê tê xurtkirin de, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan jî ji bo jiyana azad û wekhev tehdîd e. Ji ber vê yekê jin li qadên 8'ê Adarê ne tenê ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya Birêz Ocalan, ji bo berfirehkirina vîna gel, avakirina aştiyê û têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî tundiya mêr-dewletê wê dengê xwe bilind bikin û biqêrin." 

Li herêmên erdhejê 8'ê Adarê

Nejla Demîr di heman demê de bal bir ser rewşa jinên li herêmên erdhejê û wiha got:"Li herêmên erdhejê berdêla herî giran jin didin. Jinên ku ji mafên bingehîn ên weke stargeh, paqijî, tenduristî, ewlekarî û kar bêpar in, ji ber nêzîkatiya zayendperest a dewletê hîn bêhtir mexdûr bûne. Li herêmên erdhejê jî jin 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Lê di bin şert û mercên zehmet de. Ji ber vê yekê hevgirtina jinan a li qadên erdhejê xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Jin li her cihê ku bi tenê hatin hiştin bi hev girtin û bi mezinkirina torên xwe yên hevgirtinê li ser piyan mane. Îro jî heman îradeya xwe nîşan dide. Em ê ji bo xurtkirina jinan a li dijî tundî, xizanî û bêewlehiyê, ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn û berfirehkirina torên hevgirtinê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Dengê jinan li ku be wê bilind bibe. Hevgirtina me wê di her şert û mercî de jinan xurt bike û têkoşînê berfireh bike." 

Wê jin li dijî talanê biqêrin

Nejla Demîr bi lêv kir ku wê jin li qadên 8'ê Adarê li dijî talana ekolojiyê jî peyama xwe bidin û wiha got:"Dema ku modernîteya kapîtalîst xwezayê talan dike, dixwaze jinan jî mehkûmî heman pergala îstîsmarê bike. Li qadên 8'ê Adarê wê jin li dijî talana ekolojîk dengê xwe bilind bikin, biqêrin û li dijî îstîsmara xwezayê û keda jinê têkoşînê berfireh bikin. Azadiya jinê wê bi azadiya xwezayê re bi ser bikeve. Li dijî pergala kapîtalîst, polîtîkayên şer û projeyên qezenckirinê; Jin wê bi berdewamî bibin pêşengên veguherîna civakî û parêzvana jiyana ekolojîk."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.