77750 Euro ji bo Jin jiyan azadî

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 19 Nîsan 2023 - 16:32

Heyva Sor a Kurdistanê encamên kampanya alîkariyê ya ji bo serhildana 'Jin jiyan azadî' ragihandin û da zanîn ku bi giştî 77 hezar û 750 Euro alîkarî ji mexdûran re şandine.

Nûnertiya Rojhilatê Kurdistanê ya Heyva Sor a Kurdistanê li ser alîkariyên ji bo Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Wê bi bîr xist ku piştî destpêkirina xwepêşandanên li dijî desthialtdariya Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan kes şehîd bûne, gelek kes birîndar bûne û krîzeke giran a aboriyê bandor li xelkê kiriye û wiha dewam kir: "Heyva Sor a Kurdistanê weke rêxistineke xêrxwazî, mirovahî û niştimanî kampanyayek bi navê 'Rojhilat ne bi tenê ye' ji bo alîkariya qurbaniyên şoreşa 'Jin jiyan azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê kir. Mixabin dema ku em mijûlî gihandina alîkariyan ji bo qurbaniyên şoreşa jinan, jiyan û azadiyê bûn, erdhejek li bajarên me rû da û êşa gelê me kûrtir kir."

Encamên kampanyayê

  • Alîkariya ku di çarçoveya kampanyayê de hatine komkirin bi giştî 23 hezar Euro ye.
  • Alîkariyên ku ji mexdûrên protestoyên Jin jiyan azadî û mexdûrên erdhejê re hatine şandin bi giştî 77 hezar û 750 Euro ye.
  • Alîkarî di rêza pêşîn de gihîştiye xwediyên jêrîn:
    • 98 birîndar

    • 53 malbatên şehîdan

    • 89  seqet

    • 100 malbatên ku erdheja bajarê Xoyê de mexdûr bûne

Heyva sor di dawiyê de malavhiya xêrxwazan kir.

TROISDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.