Hêzên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li kampa Holê 7 koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê ku destê wan di bûyera kuştina penaberekî Iraqî de heye, girtin.

Li gorî rayedarekî ewlekariyê li kampa Holê, piştî lêpirsîn û lêkolînên der barê bûyera kuştina penaberê iraqî Îbrahîm Hisên El-Elî de ku roja şemiyê (17`ê Nîsanê) hatibû kuştin û du jin birîndar bûbûn, hêzên ewlekariyê 7 kes girtin.

Bûyera kuştinê li sûka kampa Holê ya li beşa penaberên Iraqê ji aliyê kesên nenas ve pêk hatibû. Li gorî heman çavkaniyê, kesên hatine girtin, destê wan di wê bûyerê de heye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên Taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beriya çend rojan operasyonên xwe yên li Kampa Holê bi dawî kiribûn.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser e û ji xetertirîn kampên li cîhanê ye. Ji ber ku malbatên DAIŞ`î  yên Iraqî, Sûrî û biyanî yên xwedî fikrên tundraw li kampê dimînin.  Kamp gefeke mezin e li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya cîhanê.

HESEKÊ