6’emîn konferans hat lidarxistin
Duşem 28 Tebax 2023 - 00:10
Li avahiya Mala gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 25’ê Tebaxê de bi tevlîbûna 120 delegeyan 6’emîn konferansa Komîteya Perwerdeya Xweser hat lidarxistin. Konferansê du rojan dewam kir. Salona ku konferanê, bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên jin, her wiha nivîsên weke ‘Perwerde bi jina xwedî zanist û xwebûn digihe armanca xwe’, ‘Gelê bê wêje di dilê mirovê bê ziman de ye’ hatibû xemilandin. Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpêkir.
Her kêlî Rêbertiyê jiyan bikin
Axaftina vekirinê ya Konferansê ji aliyê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar, Nûran Sezgîn ve hat kirin.
Sezgîn di destpêka axatina xwe de diyar kir ku di vê pêvajoyê de lidarxistina konferanek wisa pir girîng e û got;“Îro Rêbertî di bin tecrîdek pir giran û bê huquqî de jiyan dike. Li tevî van hemû êriş û bê huquqiyan jî nekarîn gavekê jî bi Rêbertî paşde bidin avêtin. Niha ev tecrîda ku li ser Rêbertî Tikiye xistiye tengaviyê. Ji bo em bikaribin bibin bersiva pêvajoyê, divê em bi ruhê şehîd Zîlan, Bêrîtan û Semayan xwe bi rêxistin bikin û her kêlî Rêbertî di nava şaneyên laşê xwe de bidin jiyankirin. Li ser vî bingehî em dibêjin 6. Konferansa Komîteya Perwerdeya Xweser destpêkê li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin.”
Divê em barê civakê sivik bikin
Konferans bi xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, xwendina rapora du salan, rewşa siyasî û nirxandinên kar û xebatan hatin meşandin dewam kir. Her wiha di konferansê de rêzikname û pêşnûmebiryar hat xwendin. Bi wê ve girêdayî desteya disiplînê hat hilbijartin. Axaftina girtinê ji aliyê Hevberdevka Komîta Qada Perwerdê Bêrîvan Kaya ve hat kirin. Kaya di axaftina xwe de anî ziman ku polîtîkayên ku niha li Kurdistanê tên jiyankirin hemû jî girêdayî tecrîda ku li Îmraliyê tê pêkanîne û got: “Wek mamosteyên jin yên wargehê em parçeyek yê vê rêxistinê ne û di heman demê de weke rewşenbîrên wargehê tên naskirin. Ji bo vê jî pêwîste karê ku dikeve ser milê me, em pêk bînin. Pêwîste em xwe nû bikin û ji bo qada ku em têde ne hem ji bo civaka ku em di nav de ne jêre bibin hêvî û barê civakê sivik bikin.” Konferans bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
ROJNEWS/MEXMÛR