6 şehîd bi meşekê hatin bi bîranîn

Yekşem 17 Kanûn 2023 - 16:01

Bi wesîleya salvegera 2'emîn şehadeta 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinê ya Ciwan, meşek li Kobanê hate lidarxistin. Endamên Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan û Rojîn Ehmed Îsa û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Welîd Mihemed Menal, Murhef Xelîl Îbrahîm û Mesûd Îbrahîm 2 sal beriya niha di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda wan a li Kobanê de şehîd bûbûn.

Bi wesîleya salvegera duyemîn a şehadeta wan de, bi sedan jin ên ciwan û ciwanên navçeya Qinê meşek lidarxistin.Di meşê de bê navber dirûşmeya 'Soza me tolhildan e" berz kirin.

Meşê ji navenda navçeya Qinê destpê kir û heta rêya gundê Qasimê dewam kir.

Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Endama Yekîtiya Jinê ya Ciwan a navçeya Qinê Nezîma Mihemed axivî û got:"Em soz didin ku em ê rêya şehîdên xwe bidomînin."

Nezîma Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk ji hêza jinê û ciwanan ditirse, lewma êrişî wan dike û got:"Heta kesayetên weke Viyan û Nûjiyan hebin em ê her bi ser bikevin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser xeta şehîdên xwe li ber xwe bidin, têbikoşin. Ji bilî wê tu rêyên me tune ne."

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANF/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.