54 dagirker hatin kuştin

În 2 Hezîran 2023 - 14:16

HPG'ê bîlançoya şer a Gulanê eşkere kir. Artêşa Tirk a dagirker di erdê re û ji hewayê bi sedan caran bombe li çeperên berxwedanê barandin. Di şer de 54 dagirker hatine kuştin. 13 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ji bo gelê me yê bindest bibe xwedî paşerojeke bi çand, ziman û dîroka xwe ya bi rûmet, li dijî êrişên mêtingeran berxwedaneke dîrokî kirin û ev berxwedan hîn jî dewam dike. Hêzên me piştî erdheja 6'ê Sibata 2023’yan ya li Mereş-Bazarcixê, eşkere kir ku wê li gorî biryara çalakînekirinê ya tevgera me tevbigere û nêzî 4 mehan li gorî vê yekê tevgeriya. Li gel vê biryara me ya ji bo pêçandina birînên gelê me li ser bingehê mirovî hate wergirtin, rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst û artêşa Tirk a dagirker a di bin kontrola serkêşê şerê taybet ê qirêj Hûlûsî Akar de ye, êrişên xwe dewam kirin. 

Li Bakur êriş berfireh bûn

Artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li warên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelek caran bi balafirên şer, helîkopterên êrişê, obus, hawan, tank û topan bombe kir, li dijî çeperên berxwedanê yên gerîla bi çekên qedexekirî û kîmyewî bombe kir, bi vî rengî sûcê şer kir. Artêşa Tirk a mêtinger di nava meha Gulanê de bi taybetî li Bakurê Kurdistanê her cûre derfetên teknîkî bi kar anî û li gel bi sedan dagirker û kontrayî tevgerên berfireh kirin.

Ji Bakur heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li her warî, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî mêtingeran li ber xwe da, rê neda dagirkerî û dagirkeran, bi ruhê berxwedanê yê Şehîdên Meha Gulanê yê ku bi Hakî Karer dest pê kir û heta Halîl Çavgûnan, li Zindana Amedê heta Berxwedana Çaran û Hozan Mizgînan dewam kir, xwedî li xeta têkoşînê derketin û têkoşîn xurt kirin. Hevrêyên me li Bakur li dijî mêtingeran bi rengekî fedaî li ber xwe dan, li Mêrdîn, Amed û Botanê li ser xeta Şehîdên Meha Gulanê û bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê bersiva pêwîst da dagirkeran.

Artêşa Tirk sûcên şer kir

Artêşa Tirk a mêtinger, li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare ma, meha Gulanê çeperên berxwedanê yên gerîla 8 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bombe kir û sûcê şer kir. Li gel vê yekê çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 126 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopterên êrişê, 435 caran bi hawan, obus, tank û çekên giran bombe kir. Di dema êrişa dagirkeran de şer qewimî. Di şer de 54 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker birîndar bûn. Di êrişên dijmin de 13 hevrêyên me şehîd bûn.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku navê biryardariya li jiyana bi rûmet û paşeroja azad a gelê me ye, xwîna xwe dilop bi dilop rijandin, derbên giran li dagirkeran xistin û têkoşîna Leyla Sorxwînan nîşan da ku li Kurdistanê hêviya azadiyê ti carî nikare bê tunekirin, ev yek nîşanî tevahiya cîhanê dan."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.