52 rojên raperînê qediyan

Duşem 7 Mijdar 2022 - 02:38

  • Piştî 52 rojan jî hêrsa gel a ji rejîma Îranê tevî zilma wê ya dewamî jî dewam dike. Xelkê, nexasim ciwanan kolan û meydan li hêzên rejîmê vala nekirin. Zilma rejîmê bi êşkenceyê dewam kir. Li Tehranê jina ciwan a Merîwanî Nesrîn Qedrî hat şêhîdkirin. 

Li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê xwepêşandan, grev û nerazîbûnên li dijî qetilkirina Jîna Amînî didomin. Doh jî ciwanan li gelek navendan çalakî li dar xistin.

Li bajarên Seqiz û hinek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê grev hebû. Dikan nehatin vekirin û dikandar neçûn ser kar.

Li Sine, Merîwan û Seqizê û hinek bajarên din, pêr piştî nîvrojê û ni şev, bi pêşengiya jin û ciwanan çalakî bi dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” û “Mirin ji dîktatoriyê re” pêk hatin. Ciwanan rê li çûnûhatinê girtin.

Li bajarê Sine, Muimîn Zend Kerîmî li ser gora xwe bi merasîmekê hate bibîranîn. Di bibîranînê de li dijî desthilata Îranê dirûşme hatin gotin.

Li bajarê Merîwanê xwendekaran piştî xelasbûna dewamê, bi dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” meşiyan.

 

Êşkenceya rejîmê dewam dike

Rejîma Îranê jineke din a xwendekar, Nesrîn Qadrî a ji Merîwanê bû, li Tehranê bi êşkenceyê qetil kir.

Li gorî agahiyan, cenazeyê Nesrîn Qadrî ji bo spartina axê birine Merîwanê, hêzên rejîma Îranê bi armanca rêgirtina li kombûnê, hewl dane cenazeyê birevîne.

Hêzên hikûmetê gef li dê û bavê Nesrîn Qedrî, Ehmed Qadrî xwarine da ku cenaze bi awayekê bêdeng û nepenî bê veşartin.

 

Ciwan pêşengiya çalakiyan dikin

Li bajarê Qureş jî ciwanan bi molotof kokteylan êrişî navendeke efserên bajêr kir û agir bi wê navendê ket.

Li bajarê Sonqurî yê parêzgeha Kirmaşanê jî ciwanan li bazarê bi agir ‘Azadî’ û ‘Xwîn’ nivîsand.

Li bajarê Xaşî yê parêzgeha Sîstan û Belucistanê, Îna bihurî herî kêm 11 xwepêşander hatibûn kuştin. Li ser vê li her du wilayetan jî pêr û doh dikan û bazar girtî bûn.

Li bajarên weke Ehwaz, Yezid, Şîraz û Tehranê jî nerazîbûn û çalakî hebûn. Ciwanan li hinek bajaran agir berda hinek sembolên rejîmê.

Li bajarê Gurgan ê bakurê Îranê jî gelek jinan pankarta li ser ‘Jin jiyan azadî’ nivîsandibûn, ber bi esmana berdan.

 

Xwendekaran berdin!

Li gelek zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî xwendekaran bi grev û çalakiyan daxwaza azadkirina xwendekarên girtî kir.

Li gorî dîmenên ku li ser torên medyaya dijîtal tên parvekirin, berpirsên zanîngehan bi rêya gefan, deriyên zanîngehê li hêzên rejîmê vedikin û hewl didin dawî li nerazîbûna xwedekaran bînin.

Li ser bangên ciwanên Loristan, Tehran û Tewrêzê welatiyan doh xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûna ji rejîmê kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku di xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha zêdetirî 304 kesan hatine kuştin û ji wan 41 zarok in.

 

 

Daxuyaniya hevpar a hunermend û aktîvîstan

 

300 hunermend û aktîvîstan bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşanî zextên rejîma Îranê da. 

Ev 300 kesayetên Îranî û Rojhilatê Kurdistanî, bi daxuyaniyeke hevpar, zext û zordariya rejîma Îranê şermezar kir, piştevaniya xwe ya ji bo çalakiyan diyar kir.

Di daxuyaniya hevpar de girtina rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan hate şermezarkirin û bang hate kirin da ku tavilê dawî li zext û zordariyê bê anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Qetilkirina xelkê, tepisandina civakê û bikaranîna rêbazên leşkerî wê tenê hêrsa gel zêde bike."

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.