120 malbatên ji Sûrî xwe amade dikin da ku ji kampa Holê ya li rojhilatê kantona Hesekê derkevin û vegerin malên xwe. Li gorî berpirsan, ev beşa pencemîn a koçberên Sûrî ye ku ji kampê derdikevin.
Ji bo pêkanîna biryara ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10`ê Cotmehê de derxistiye, rêveberiya Kampa Holê amadekariyên derxistina beşa pêncan a koçberên Sûrî temam kir.
Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn di 5`ê Cotmeha 2020`an de civînek li dar xist û biryar da ku koçberên Sûrî li warên wan vegerîne.
Doh 120 malbat, bi giştî 515 nefsên ji Dêrazorê û gundewarê wê ne, xwe amade dikin, da ku ji kampê derkevin.
Fadil El-Ewed ji herêma Sûse ya Dêrazorê ye, ew û malbata xwe ya 10 nefsî, malavahiya rêveberiya Kampê û berpirsên xebatên derxistinê kir. El-Ewed got, xizmên wan li Sûse li benda wan in.
Rêveberiya kampê piştî biryara Rêveberiya Xweser a 146`an, piştî derketina beşa yekem a koçberên ji Sûrî yên ji Reqa û Tebqayê, nivîsgehek vekir. Koçberên ku derdikevin jî navên xwe li nivîsgehê qeyd dikin.
Malbatên ji Sûrî yên ku di nav kampê de dimînin, hinek ji wan dixwazin ji kampê derkevin û hinek din jî naxwazin derkevin, ji ber ku nikarin vegerin herêmên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de, ji ber tinebûna ewlehiyê û wêranbûna malên wan û derfetên kar li wir peyda nabin.
Li gorî daneyên dawî, li kampê 17 hezar û 530 malbat yanî 63 hezar û 800 kes di nav de 6 hezar û 563 malbatên ji Sûrî, di kampa Holê de dimînin.
DÊRAZOR