Dewleta Tirk a dagirker piştî ku li Garê bi ser neket û derb xwar, li Bakurê û Kurdistanê û Tirkiyê li dijî HDPʼê dest bi êrişê kir û tenê di nava 24 saetan de 50 kes girtin. Dewleta Tirk a qirker û înkarker bi vî awayî jî hewl dide bi temamî Kurdan û demokratan qir bike.

Hêzên dagirker, li Batmanê Hevşaredara Bajaroka Kaniya Henê Gulistan Sonuk jî di nav de 7 HDP’î kirin binçavan. Kesên binçavkirî ev in: Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Mûrat Kiliç, Rêveberê Navçeya Navendî yê HDP’a Êlihê Tayfûn Guney, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Emîn Salman, Endama Meclisa Şaredariya Hezoyê Şukran Çotak, Endamê HDP’ê Sûat Oztekîn û Seyîd Alî Dogan. 

Polîsên dagirker destê sibehê li Wanî jî li navend û navçeyên Wanê bi ser gelek malan de girtin û 27 kes binçav kirin. Ji kesên girtî yên navên wan diyarbûyî ev in: Azat Îtah, Cengîz Kiye, Ozan Kiye, Eray Kiye, Serhat Dînç, Yûsûf Oztûnç, Mûstafa Kaplan. 

Li Amedê jî bi hinceta parvekirinên li medya dîjîtal, polîsan avêtin ser malan û 7 kes girtin. Di serdegirtinan de Ahmet Alpaslan, Behçet Ekîncî, Haci Baş, Mazlûm Bûrûr, Şivan Erdal, Ahmet Celîl Onen û Bûrhan Gîzlenmîş girtin. Bûrhan Gîzlenmîş ji ber nexweşiya xwe ya kanserê hat berdan.

Li navend û navçeyên Aydinê, polîsên Tirk 9 endam û rêveberên HDP'î yên jî kirin binçavan. Di serdegirtinan de gelek materyalên dîjîtal hatin desteserkirin. Kesên binçavkirî ev in: Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ayfer Demîrer, Hevseroka HDP'ê ya Aydinê Aysel Bahtiyar Unsel, Hevseroka Dîdîmê Mehtap Bozkûrt, Hevseroka Sokeyê Sadegul Akalin, rêveberê bajêr Neslîhan Arvîş, Saadet Açik, Azîze Ergun, Nazli Boza û endama HDP'ê Soylemez Akalin.

NAVENDA NÛÇEYAN