Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirk Mehmet Şîmşek di 17’ê Tîrmeha 2023’an de giştinameyeke bi navê ‘Tedbîrên teserûfê’ ji hemû saziyên raya giştî re şandibû.

Di giştînameyê de hatibû diyarkirin divê sazî teserûfên ku bi dest xistine heta 28’ê Tîrmehê bi nivîseke fermî ji Wezareta Xezîne û Darayî re bişînin.

Derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyyûm ew desteser kiriye, 5 milyar TL deynê wê heye û di salên 2021, 2022 û 2023’an de qet teserûf nekiriye û rêjeya teserûfê yên di qadên cihê de wekî sifir –tune- diyar kirine.

ANF/WAN