5 meh in dişewite

Çarşem 21 Cotmeh 2020 - 22:19

Li gelek deverên Şirnexê şewatên ji meha hezîranê ve dest pê kirine hêj didomin. Rojnamevan Zeynep Dûrgût li ser van şewatan nûçeyek berfireh amade kir û da zanîn ku 5 meh in şewat li herêmê didome û dibe sedema talana xwezayê û got, bi deh hezaran dar şewitîne. Şêniyên herêmê jî diyar dikin ku bi van şewatan re çavkaniya debara wan jî tê tunekirin.
Li Şirnex û navçeyên wê ji meha hezîranê ve şewata dar û daristanan didome. Li van herêmên şewat derdikeve jî Walîtiya Şirnexê ji 10'ê adarê ve "Heremên ewlehiya taybet" ragihandiye û çûnehata wan deveran qedexe ye. Demek dirêj e li çiyayên Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê operasyonên leşkerî jî tên kirin. Şêniyên herêmê dibêjin bi taybetî şewatên ku derdikevin ji ber gulebarana leşkeriyê ye. Bi taybetî jî li gundên wekî Gundikê Remo, Cifane, Nêvava ku dikevin qûntarên Çiyayê Cûdî, birîna daran û şewat didomin.

Eskeran nehişt agir vemirînin

Şewata ku li Çiyayê Gabar di navbera navenda bajarê Şirnex û navçeya Cizîrê de dest pê kir li deverên Zivingê û Memira, Deriyê Gabar, Bêsûke, Deşta Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memîrûka yên Şirnexê belav bûye. Dema ku gundiyên Bêsedekê xwestin şewatê vemirînin qereqolê destûr neda. Şêniyên herêmê diyar dikin ku bi hezaran darên derdora gund şewitîne. Gundiyên ku dixwestin mudaxeleyî şewata ku li herêmê berdewam dike bikin, fermandarê qereqolê yê ji Tabûra Cendirmeyan wan asteng kiriye û bo wan gotiye “Heta ku Tabûra Gormec li vir be dê şewat bidome. Ji ber ku herêm ji hêla taburê ve tê gulebarankirin.” 

Debara me nehiştin 

Ji gundê Cifanê ya Şirnexê Fatma Tûnç der barê şewata zirarê dide wan de axivî û wiha got: "Di vê pêvajoya şewatê de gelek çavkaniyên me yên debarê hatin tunekirin. Ne tenê rez û baxçeyên me, ajalên me, darên gûzên me zirareke gelek mezin dîtin. Di her şewata ku li gundê me derketî de me gazî agirkujiyê, şaredariyê û qereqolê kir ku mudaxele bikin. Lê di her carê de têlefon li rûyê me girtin û digotin "Me mijûl nekin.' Me jî ji nêçariyê hewl dida ku mudexile agir bikin. Lê nehiştin ku em mudexile bikin. Em asteng dikirin. Niha jî em nikarin têkevin gundê xwe. Ketin û derketinên gundê me qedexe kirine. Herî dawî dema ku em çûn gund, 10 caran zêdetir qereqolê bang kir û ji me re got ‘We wexta xwe derbas kir, hun li ku man, ji gund derkevin. Heke tiştek were serê we, em ne berpirsyarin.' Debara me li ser darên gûzan, kezwanan û sewalkariyê bû. Lê yek ji wan nema. Wan hemî çavkaniyên me tune kirin. Wan ji bo heywanên me giya nehiştin ku em bikaribin ji bo zivistanê amade bikin. Em niha qet nizanin wê çawa bibe." 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.