5 kolber li sînorê Îranê hê jî di bin aşûtê de ne. Ji ber şertên nebaş ên hewayê xebatên lêgerînê nameşin. Xizmê kolberan Şehap Hudaî, ji bo dîtina kolberan banga alîkariyê kir.

Di 18’ê Çile de li mezraya Dirîşkê ya girêdayî Gundê Xaşkanê ya li ser sînorê Îranê ya navçeya Elbakê ya Wanê aşût pêk hat. 9 kolber di bin aşûtê de man. 4 kolber bi derfetên xwe ji bin aşûtê derketin û 5 kolber jî hê di bin aşûtê de ne û agahî ji wan nayê girtin. Kolberên ku di bin aşûtê de mane navê wan wiha ne: Molaî Hudaî, Firat Hudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî. 

Piştî ku bûyerê bihîstin xizmên kolberan xwestin biçin herema ku bûyer lê pêk hatiye, lê ji ber barîna berfa zêde û moryaza berfê nikarin biçin cihê bûyerê. 

Walîtiya Wanê jî fena tinazê xwe bike da xuyakirin ku ekîb çûne herêmê lê aşût nedîtine û vegeriyane.  

MA/WAN