47 endam û rêveberên ESP'ê yên hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin. Ji 47 ESP'îyan 5 ESP'î hatin girtin. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Prz Ozlem Gumuştaş û Nûçegîhana ETHA Pinar Gayip jî di nav de 42 ESP'î jî bi kontrola edlî hatin berdan.
Dadgehê der barê Hevseroka ESP'ê ya Stenbolê Ezgi Bahçeci, Endamê meclîsa HDP'ê Sitki Gungor, Rêveberên ESP'ê Kerim Altinmakas, Pisporê Rêxistina Sendîkaya Limter-İş'ê Deniz Bakir û Gulşah Padak biryara girtinê da û şandin girtîgehê.
Nûçegîhana ETHA Pinar Gayıp, Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Endama MYK'ê ya SKM'ê Satîye Ok, Alev Ozkîraz û Ceren Çoban jî bi biryara hepsa malê serbest berdan.
MA/ÎZMÎR