• Cenazeyên 5 Kurdên ji Başûrê Kurdistanê yên ku nêzî Yewnanistanê di derya Egeyê de xeniqîbûn, doh li Hewlêrê hatin vegerandin. 

Cenazeyên 5 Kurdên ji Başûrê Kurdistanê yên ku nêzî Yewnanistanê di derya Egeyê de xeniqîbûn, doh li Hewlêrê hatin vegerandin. Nûnerên rêxistina mafên penaberan Lutkeyê, piştî ku bi hevkariya bi wezareta karê hundir a Hewlêrê re bi testa DNA´yî nasnameya wan hat diyarkirin, 5 cenaze li Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin. Di nava cenazeyan de cenazeyên du zarokan jî hebûn. Yek ji zarokan du salî û ya din jî şeş salî bû.

Ber bi dawiya sala 2021´ê ve (22 û 25´ê Kanûnê) di derya Egeyê de herî kêm sê botên penaberên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê noqî avê bûbûn û herî kîm 30 kesan canê xwe ji dest dabû. 

Par wekî din cenazeyên 16 penaberên ji Başûrê Kurdistanê yên ku di Kanala Manşê de xeniqîbûn jî Kanûna par li Başûrê Kurdistanê hatibûn vegerandin. Xelkê Başûrê Kurdistanê bi pirranî ji ber gendelî û nebûna azadiyê penaber dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN