45 sal ji şano û sînemayê re

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:30

  • Hunermend Zahîr Elî sala 1945’an ji dayik bûye û ev 45 sal in ji bo şano, sînema û drama Kurdî kar dike.

Hunermend Zahîr Elî sala 1945’an ji dayik bûye û ev 45 sal in ji bo şano, sînema û drama Kurdî kar dike. Zahîr Elî sala 1976’an dest bi karê şanoyê kiriye. Di warê drama Kurdî de zêdetir di sala 2000’î de derket pêş.

18 şano, 
38 berhemên sînemayê

Hunermend Zahîr  Elî, wiha behsa karê xwe yê hunerî  dike: “Heta niha ez tevlî karê zêdetirî 18 şanoyan û 38 berhemên sînemayî û dramayên Kurdî bûme. Berhema herî dawî ya ku ez tevlî bûme, hîna nehatiye parvekirin. Cara pêşî sala 1976’an Mamosta Ehmed ji min re got, karek hunerî di destê me de ye, dixwazim tu li gel me tevlî bibî. Ji hingî ve min dest bi karê hunerî kir. Di destpêka salên 1980’yî de tevlî Koma Navendî ya Silêmaniyê bûm. Hingê karên gelek baş hatin kirin. Karê şanoyê weke erkek û peyamekê li ser milê me bû û pêwîst bû em vê peyamê bigihînin xelkê.”

Zahîr Elî bal bire ser pirsgirêk û astengiyên serdema rejîma Beesê jî; “Wê demê ji bo senaryoya şanoyê destûra Rêveberiya Rewşenbîrî ya wê demê pêwîst bû. Berhemên me sernav û sîrek xwe hebû. Temaşevanan jê fêm nedikir.”

Bi Hisên Misrî re dixebite

Hunermend  Zahîr Elî behsa destpêka karkirina xwe ya li gel derhêner Hisên Misrî jî kir û wiha pêde çû: “Hisên Misrî ji min re got: ‘Tu dikarî karê şanoyê bikî, min jî got çima na, ez amade me.’ Jê û pê ve, min li gel Hisên Misrî dest bi kar kir.

Yekem karê me jî ‘Reşeya Polês’ bû. Rola min a di wir de ya henekkarekî bû. Hinek caran kamerevanan ji ber ken nedikarîn karê xwe bikin. Hîna jî dema ku wesayîta xwe dibin herêma pîşesazî, tekelkar bi Osmanê Fîter bangî min dikin.”

Karê herî dawî ku Hunermend Zahîr Elî tevlî bûye, dramaya kirêdaran e û roleke ne sereke ye; “Karê hunerê ne hêsan e.

Hinek rol hene, heta sibehê li ser kar dikî, ji ber ku heger ne wiha be, tu nikarî baweriyê bidî bîner.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.