45 kes tev li QSD’ê bûn

Pêncşem 9 Çile 2025 - 02:45

Li bajarê Çilaxa 45 endamên Hêzên Parastina Civakê (HPC) biryar da ku tev li nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibin. Li ser banga seferberiya giştî ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 45 endamên Hêzên Parastina Civakê (HPC) û Hêzên Parastina Civakê -Jin (HPC-JIN) li bajarê Çilaxa bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ya nava QSD`ê ragihand. Daxuyanî li ber avahiya meclisa bajêr bi zimanê kurdî ji aliyê şêniya bi navê Nezha Seyfedîn û bi erebî ji aliyê şêniyê bi navê Ferec Eldîn ve hate xwendin. Daxuyaniyê bal kişand ser rewşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ji aloziya ku piştî rûxandina rejîma berê li Sûriyeyê rû daye, sûdê wergirin û dagirkeriya xwe li herêmê ferz bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin:“QSD hêza yekane ye ku li ber xwe da û ji bo parastina xak û gelê Sûriyeyê bê cudahî şer kir.” Di dawiya daxuyaniyê de 45 endamên HPC’ê tev li QSD’ê bûn û bang li her kesî kirin ku tev li nava refên QSD'ê bibin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.