4 zarok bi jehrê hatin qetlkirin

Çarşem 8 Adar 2023 - 00:25

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê  ji 30’ê Mijdarê ve bi taybetî li ser dibistanên ku keç lê perwerde dibînin êrîşên bi gazên jehrî tên kirin. Êrîş li 33 bajarên pêk hat û gelek xwendevan jehrî bûn.

Hîna nehatiye zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin û têkildarî gazên ku hatine bikaranîn jî agahiyên zelal nehatine bidest xistin. Tê diyarkirin ku herî kêm hezar xwendekar jehrî bûne. Di encama êrîşa gazên kîmyewî de zarokê bi navê Karîn Alamdarî jî di nav de 4 zarok hatin qetilikirin.

 

Li Mahabad xelk dakete kolanan

Li bajarê Mahabadê xelkê nerazîbûn nîşanî jehrîbûna ku di demên dawî de li dibistanan zêde bûne da û dest bi çalakiyan kir. Xelkê barîkat danîn û agir vêxistin û banga zêdekirina çalakiyan kir.

Li navçeya Gogtepe ya Mahabadê piştî xwendevanên Dibistana Keçan a Sabayê bi jehrîn bûn, gelek dibistanan biryar dan ku li dibistanê saetekê zû dersên xwe biqedînin.

 

Li Sine jin li meydanan e

Li ser banga Meclisa Mamosteyên Zanîngehê, jin li dijî van êrişan daketin qadan. Jin li gelek deveran hatin ba hev û mêran jî piştgirî dan çalakiyê.  

Li bajarê Sine gelek kes li pêşiya Wezareta Perwerdeyê hatin ba hev û êrişên bi gazên kîmyewî yên li dijî zarokên keç şermezar kirin. Piştî ku girse gav bi gav mezin bû û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin, hêzên rejîmê bi bombeyên gazê êriş kir. Girseyê dirûşm berz kirin û li kolanan belav bû û çalakiya xwe domand. Li gelek deverên cuda yên welêt jî jin daketin qadan û rejîm protesto kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.