4 milyon dar birrîne

Pêncşem 8 Hezîran 2023 - 14:25

Li gorî daneyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, di nava 10 salên bihurî de ji ber êriş, bombebaran û sedemên navxweyî, zêdetirî milyonek û 300 hezar donûm daristan, pûş şewitiye. Sedema sereke ya vê talanê jî êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker e.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker hê jî bê navber dewam dikin, dewleta dagirker di êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne û rojane Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Ji bilî vê dewleta dagirker daristanên Kurdistanê talan dike. Derbarê talankirina jîngeha Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, serokê Partiya Sewz a Herêma Kurdistanê Milko Bazyanî ji Rojnewsê re axivî.

Li gorî Milko Bazyanî hê jî civaka Tirkiyeyê negihiştiye wê astê ku serkirdeyeke dilsoz û jîngeparêz hilbijêre û got, “Dîroka Tirkiyeyê ji komkujiyên gelan tije ye, komkujiyên Ermeniyan û Kurdan, bi taybet jî Kurdên Elewî. Lê hê jî xelk deng didin Erdogan, ev cihê xemginiyê ye. Dengdayîna Erdogan, careke din dengdana şewitandin û bombekirina xwezaya Kurdistanê, ya li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê ye.”

Behdînan bûye çol

Bazyanî behsa darbirrîna li Behdînanê kir û got; “Di salên bihurî de dewleta Tirk bi rêya kompanyayekê, li Behdînanê zêdetirî 4 milyon daran birrîn. Hinek herêmên li Behdînanê bûne çol. Me li Neteweyên Yekbûyî li dijî birrîna daristanên Kurdistanê giliyê Tirkiyeyê kir. Mixabin bersiva me nedane.”

Di dawiya axaftina xwe de Bazyanî got, “Di dema pêş de hilbijartinên parlamena Herêma Kurdistanê hene, heger namzetek ji me biçe parlamenê, em dikarin bi hêsanî kar li ser binpêkirinên jîngehê yên ji aliyê dewleta Tirk ve bikin. Di heman demê de em ê baştir bikarin peywendiyê bi partiyên jîngehê û navneteweyî yên cîhanê re deynin. Bila hemû cîhan bizane û bibîne dewleta Tirk çawa jîngeha Herêma Kurdistanê bombebaran û talan dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.