• Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 27 zarok û 10 jinên DAIŞ’î radestî şandeyeke Elmanyayê kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 27 zarok û 10 jinên DAIŞ’î radestî şandeyeke Elmanyayê kirin. Rayedarên Elman jî dan zanîn ku li dijî 4´an ji van jinan dozgerên federal doz vekirine û ew hatine girtin û li dijî jinên mayî jî, dozgerên eyaletan wê lêpirsînê bikin.

30`ê Adarê şandeyeke dîplomatîk a Elmanyayê çû serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şande ji serokê Gerînendetiya Kar û Barên Konsolosxaneya Derve ya Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Kurt Georg Stuckel-Stilfried û rayedara dîplomatîk a Elman, Manga Kleese pêk hat.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser, Ebdulkerîm Omer, cihgirên daîreyê Fener El-Giêt û Ebîr Êliye, nûnerê Nivîsgeha Têkiliyan û ji YPJ`ê Lana Hesen şande pêşwazî kir.

Di civînê de îşaret bi rewşa kampan û penaberan, û xeterên li dijî Rêveberiya Xweser hate kirin. Kurt Georg Stückel-Stilfried got, dewleta Elmanyayê dê di warê aborî û insanî de alîkariya Rêveberiya Xweser bike.

Di hevdîtinê de Daîreya Têkiliyên Derve 27 zarok û 10 jinên DAIŞ`î yên welatiyên Elmanyayê ku li Kampa Roj bûn, radestî şandeyê kirin.

Fener El-Giêt jî diyar kir ku ev cara 3`yemîn e ku şandeyeke Elmanyayê serdana herêmê dike û destnîşan kir ku radestkirina jin û zarokan li gorî belgeyên fermî pêk hatiye. Heta niha Rêveberiya Xweser 91 zarok û jinên DAIŞ`î radestî Elmanyayê kirine.

6 jinên DAIŞ´ê ketin ber lêpirsînê

Rayedarên Elman piştî birina van insanan a Elmanyayê daxuyanî dan. Li gorî agahiyên ji rayedarên Elman, ji deh jinên DAIŞ´î yên birine Elmanyayê 4 di nezaretê de ne, ji ber ku dozgeriya federal ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û endametiya rêxistina terorê doz li wan kirine.

Ev jinên hanê ji bajarên Elmanyayê Nurnberg, Frankfurt, Aschersleben û Idar-Oberstein e. 

Rayedarên Elman wekî din da zanîn ku li dijî şeş jinên din ên mayî yên ji bajarên Schwerin, Lüdenscheid, Münster, Bremen û Frankfurtê ne, divê serdozgerên eyaletê lêpirsînê bidin destpêkirin. Armanca lêpirsînê jî ew e ku van jinan jî ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û endametiya rêxistineke terorîst bibin pêşberî dadgehê.

Li gorî îstîxbarata Elman ji 2012´an û pê ve 1150 welatiyên Elman çûbûne Sûrî ji bo tevlî nav refên çeteya DAIŞ´ê bibin.  

QAMIŞLO/BERLÎN