4 jeneratorên kehrebeyê hatin danîn

Çarşem 5 Adar 2025 - 02:30

Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê li bajarên Meskeê û Deêr Hafireê 4 jeneratoreên kehrebeyê danîn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî ya bajarên Meskenê û Dêr Hafirê û bajarokên wan ên li rojavayê kantonê, di nava xebat û tevgerê de ye.

Ji projeyên pêşîn ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo herêmê, 4 jeneratorên kehrebeyê hatin danîn ku kehrebe li ser şêniyan were pêxistin.

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê Macid El Ebdo got: "Desteya Enerjiyê, ji bo peydakirina kehrebeyê ji Dêr Hafir, Meskenê û Dibsî re lêkolîn kirin. Li gorî lêkolînan, li van bajaran wêraniyeke mezin di beşa kehrebeyê de çêbûye."

El Ebdo wiha domand: “Projeya ku niha tê pêkanîn wekî gaveke awarte ye. Me niha di qonaxa yekemîn de 4 jenerator danîne. Ji wan 2 bi hêza 200 KVA û 2 jî bi hêza 400 KVA ne. Ji van jeneratoran kehrebe ji bo bajarokên Dibsî Efnan, Rede û Simom hat peydakirin."

El Ebdo destnîşan kir ku ev herêm bi zanabûn ji aliyê rejîma berê ve hatibûn paşguhkirin, ji ber wê jî rewşa xizmetguzarî xerab e û got: “Piştî lêkolînan Desteya Enerjiyê dê girîngiyê bide van herêman. Bi rêya şîrketa El Cezîra ew jenerator hatin peydakirin û lêçûna qonaxa yekemîn a projeyê nêzî 100 hezar dolar bû."

Desteya Enerjiyê diyar kir ku ji bo pêşxistina xizmetguzariya têkçûyî ya wan bajaran, ew lêkolînan dike ku projeyên nû amade bike.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.