4 hezar 800 metroyî tabloyek

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Cotmeh 2020 - 23:14

Şêwekar Tara Abdullah bi piştgiriya Rêxistina CDO'yê projeyeke hunerî ya cuda bi navê ‘mêyîne’ hilberand ku behsa êşên wan jinan dike yên ku şidet li wan hatiye kirin.
Proje ji tabloya herî dirêj pêk tê ku bi cilên wan jinan hatiye çêkirin yên ku şidet li wan hatiye kirin.
Şêwekar Tara Abdulalh li gel tîmek tabyet a Rêxistina CDO û çend jinên xwebexş zêdetirî 3 mehan e ku li ser vê projeyê dixebite. Serdana 99 hezar û 678 malên li Kurdistanê kirine. Her jineke ku şidet li hemberî hatiye kirin, parçeyek cilên xwe pêşkêşî projeyê kiriye.
Tara ji bo çêkirina vê tabloya rengorengo, sûd li 4 hezar û 800 parçeyên qumaş û cilûbergan wergirtiye ku dirêjiya her yekî metreyek e. Bi vî rengî li Kurdistanê dibe tabloya herî dirêj a êrişên li dijî jinan îfade dike. Tablo ji Parka Nalî heta Dadgeha Silêmaniyê hate hilawistin.
Xwediyê projeyê Tara Abdullah diyar kir ku ev proje ji bo nîşandana êşên jinan e da ku nîşan bide ka jin çiqas êşê dikişînin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.