4 heyvên super ên sala 2023’an

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 19 Cotmeh 2023 - 00:58

Îsal yanî sala 2023’yan ji bo astrofotografgeran pirr baş bihurî. Bûyerên astronomîk yên balkêş qewimîn û di sala 2023’yan de “heyva super” çar caran asîman bi şewqa xwe ronî û xweşik kir. Wênegir Soumyadeep Mukherjee ji bo wêneyên “heyva super” bigire û ferqa di navbera wan de nîşan bide, her çar caran jî wêneyên heyvê girtin.

Soumyadeep Mukherjee got; “Ez astrofotografgerekî amator im û ji heyranê bûyerên astronomîk ên li asîman im. Heyv û her tişta li asîman kela canê min radike û ji wan hez dikim. Heyva super ji heyveronên din mezintir e û her wiha zêde dibiriqe. Ji ber wê jî ew li ber dilê xelkê taybet e.”

Heyva ku herî zêde nêzî dinyayê dibe “Heyva Super” e. Ji lewma jî ew mezin e û bi şewqeke xweşik asîmanan ronî dike. 

Wênegirê Hindistanî Soumyadeep Mukherjee di 3’ê Tîrmehê, 1’ê Tebaxê, 30’yê Tebaxê û herî dawî 29’ê Îlonê wêneyê van çar “heyvên super” girtine.

DELHIYA NÛ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.