4 endamên Dîfa Watanî hatin kuştin

În 1 Kanûn 2023 - 00:55

Li rojhilatê Dêrazorê di encama êrişeke balafireke bêmirov de 4 endamên Dîfa Watanî yên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê li gundewarên bajarê Bûkemalê yê rojhilatê Dêrazorê balafireke bêmirov wesayîteke hêzên Dîfa Watanî bombebaran kir. Di encamê de 4 endamên wê hatin kuştin. SOHR`ê eşkera kir ku ji destpêka şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de balafirên şer ên Amerîkayê, 8 caran baregeh û wesayîtên komên Îranê yên li Dêrazorê bombebaran kirine. Di encamê de 17 leşker hatine kuştin û herî kêm 10 jî birîndar bûne. Hêzên girêdayî Îranê li Iraq û Sûriyeyê 44 êrişên hewayî û bejahî li dijî baregehên Amerîkayê li dar xistine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.