36 hezar îmze hatin komkirin

Sêşem 27 Tebax 2024 - 01:55

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) encamên kampanyaya "Na ji Darvekirinê Re" ku 12`ê Tebaxê (2024) li hemberî biryarên bidarvekirinê ku dadgehên Îranê derbarê rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî de dabûn, hatibû destpêkirin eşkere kirin. Bi armanca eşkerekirina encaman li Baxçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişlo bi amadebûna rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de daxuyaniya têkildarî encamên kampanyayê bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Endama Meclisa YRJ’ê Sorgul Şêxo û ya bi Erebî ji aliyê  Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Xetîce Mirza ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin sîwaneya YRJ’ê de xebatê dimeşînin, li hemberî kiryarên dewleta Îranê û dayîna cezayê bidarvekirinê yê li dijî çalakvana mafên mirovan Şerîfe Muhemedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kampanya 12’ê Tebaxê bi dirûşmeya “Na Ji Darvekirinê Re” hatiye destpêkirin û hatibû plankirin roja 19’ê Tebaxê bê bidawîkirin, lê ji ber daxwaza tevlîbûnê ya gelek sazî, dezgeh û kesayetên jin, hatibû dirêjkirin.

Kampanyayê deng veda

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampanya 26’ê Tebaxê hatiye bidawîkirin û hat destnîşankirin ku kampanyaya di raya giştî ya Herêma Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê de deng veda.

Di berdewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di çarçoveya kampanyayê de ji dehan saziyên ragihandinê yên jin, saziyên civaka sivîl ên jinan û saziyên hiqûqî îmze hatine wergirtin û wiha hat gotin:“Ji rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çar parçeyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexirb, Tunis û welatiyên Ewropayê 36 hezar û 398 îmze hatin komkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê encamên kampanyayê ji Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî, Rêxistina Mafê Mirovan û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas re bên şandin û wiha hat gotin:“Xebata me dê li vir bi dawî nebe. Li ku derê dibe bila bibe em ê sûcên li dijî jinan tên pêkanîn ragihînin, heta edalet pêk were û rola pêşang a jinan di civakê de mîsoger bibe em ê têkoşîna xwe bimeşînin.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.