3.5 milyon li meydanan bûn

Nûçeyên Cîhan

În 24 Adar 2023 - 15:22

Li Fransayê di roja greva neteweyî ya nehemîn de pêr a li dijî reforma teqawîtbûnê, li gorî sendîkayan 3.5 milyon kes daketin meydanan.

Li tevahiya welêt, li zêdeyî 300 bajar û navçeyan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li gorî sendîkaya CGT 3.5 milyon kes tevlî çalakiyan bûn. Li gorî Wezareta Karên Hundir bêhtirî milyonekê kes tevlî çalakiyan bûn.

Ji meha Çile û vir ve ev cara 9’an e ku di asta neteweyî de li Fransayê li dijî vê reforma serokkomarê welêt Macron, grev tê kirin. Li gelek sektoran bi rojan e ku grev dewam dike.

Hikûmet dixwaze temenê teqawîtbûnê bike 64. Berê ev temen 62 bû. Ji bo dengdanê li Meclîsê neyê kirin, xala 49.3 a Destûra Bingehîn bi kar anîbû.

Çalakiya herî mezin a şermezarkirinê li paytext Parîsê pêk hat. Li gorî CGT'ê 800 hezar kes tevlî meşa li Parîsê bûn.

Beriya destpêkirina meşa li Parîsê di navbera çalakgeran û polîsan de şer qewimî. Camên restorantên McDonald's û Bûrger Kingê hatin şikandin.

Koma radîkal Black Blok jî tevlî çalakiyê bû û demekê li hemberî polêsan şer kir. Li gelek deveran agir hate dadan. Li bajarên Rouen, Nantes, Lorient, Rennes, Bordeaux, Lyon û Toulouseyê şer qewimî.

457 kes kirin nezaretê

Wezareta Karên Hundir diyar kir ku di dema xwepêşandanên Pêncşemê de hêzên dewletê 457 kes kirine nezaretê.

Li gel vê yekê grev û çalakiyên blokajê jî belav dibin. Ciwanan li zanîngehan çalakiyên blokajê kir û tevlî tevgera li dijî reforma teqawîtbûnê bûn. Bi tevlîbûna ciwanan re tê gotin ku çalakî dibe radîkaltir bibin.

Di serî de ragihandina rêyên hesinî, metro, otobus, sektora gazê, bendergeh, stasyonên sotemeniyê, balafirgeh û sektora bermehiyan, li tevahiya welêt li gelek sektoran çalakiyên blokajê û grev hatin kirin. Di asta ji sedî 15 de li sotemeniyê kêmasî çêbûn.

Midûriyeta Giştî ya Veguheztina Hewayî ya Sivîl jî ji şîrketên rêyên hewayî doh xwest ku ji sedî 20 heta 30´ê seferên balafiran betal bikin. Sendîkayan ji bo 28'ê Adarê careke din banga çalakiyên di asta neteweyî de kir.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.